Heta piştî hilweşîna rejîmê diyardeya desteserkirina malên Dêrazorê didome

Zehmetiyên şêniyên Dêrazorê ji ber diyardeya desteserkirina malan, bi heman rengê kiryarên rejîma berê, ji hêla endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve didomin.

Heta piştî hilweşîna rejîmê diyardeya desteserkirina malên Dêrazorê didome
12 mijdar, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR ragihand ku diyardeya desteserkirina malên sivîlan li deverên Dêrazorê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de didome. Ev yek dîmena kiryara ku rejîma berê dikir radixe ber çavan.

SOHRˊê destnîşan kir ku desteserkirina mal û milkên xelkê Dêrazorê ji hêla serbaz û endaên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz ve acizbûna hikumetê li hember danîna sînorekê ji van pêkanînan re nîşan dide.

SOHRˊê diyar kir ku dîmenek şêniyekî bi dest xistiye ku dibêje mala wî ji nêzî 10 mehan ve ji hêla hêzên girêdayî hikumeta veguhêz ve hatiye desteserkirin. Ev yek ruxmî biryara dadweriyê ya vegerandina malan li welatiyan dewam dike.

Şênî dibêje wî serî li saziyên ewlehî û îdarî daye, lê bê fayde ye û got, "Tevahî alî dizanin mal a min e, lê polîsê tê de dernakeve."

Li gorî şahidên din ku SOHRˊê ji şêniyên gund bajêr bi dest xistine, yek ji cîranan dibêje "Mal naskirî ye ya kê ye. Hemû dizanin ew li derve bû û dema vegerî, dixwaza mala xwe vegerîne. Lê kesê bi kar tîne, ruxmî serlêdanên dubare red dike derkeve."

SOHRˊê aşkera kir ku xizmeke kesên zirar dîtine got, "Biryara dadweriyê pêk nayê. Em di zulmeke aşkera de dijîn. Kesek cesaret nake destwerdanê bike. Ji ber ku yê mal desteser kiriye di hikumeta heyî de xwedî serwerî ye."

(ac/fr)

ANHA