‘Heta azadiya Rêber Apo emê çalakiyên xwe bidomînin’

Jinên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên ji Rêber Abdullah Ocalan re nameyê nivisandi bûn gotin: “Heya Rêber Apo azad bibe, emê çalakiyên xwe bidomînin.”

‘Heta azadiya Rêber Apo emê çalakiyên xwe bidomînin’
15 cotmeh, 2025   13:51
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Kongra Star a kantona Cizîrê di 1’ê Comteha 2025’an de kampanyaya namenivîsandina ji Rêber Abdullah Ocalan re dabû destpêkirin. 

Jinên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku beşdarî kampanyayê bibûn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Behiya Murad anî ziman ku pêwîstiya tevahî cîhanê bi Rêber Abdullah Ocalan heye, me di nameyên xwe de jî daxwaza dîtin û azadiya Rêber Apo kir.

Behiya Murad got: “Em weke jin xwedî li Rêber Apo derkevin û çalakiya li dar bixin, heya em Rêber Apo azad bikin. Ji ber ku bi fikir û felsefeya wî îro jin bûn xwedî deng û hêzeke mezin ku cihê xwe di hemû aliyên leşkerî, aborî û siyasî cih girtin.”

Esmehan Ferho diyar kir ku dema dema Rêber Apo ji girtîgehê derbikeve û gotinên xwe wiha domand: “Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Emê heta dawî li ber xwe bidin û tê bikoşin. Em soz didin Rêber Apo ku em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Munewer Resûl anî ziman ku maf û daxwaza tevahî jinan ku Rêber Apo di nav xwe de bibînin. Weke jin her tişta ku ji wan were xwestin ew ê bikin da ku Rêber Apo di nav xwe de azad bibînin, sekina me ya îro bi hezkirin û felsefeya Rêber Apo ya ku hişt rengê jinê li tevahî dinyayê belav bibe.

ANHA