Têkildarî bandora teknolojiyê ya li ser civakê de civînek hat lidarxistin

Partiya Sûriyeya Pêşerojê têkildarî bandorên neyînî û erênî yên pêşkeftina teknolojîk, li bajarê Holê civînek li dar xist.

 Têkildarî bandora teknolojiyê ya li ser civakê de civînek hat lidarxistin
 Têkildarî bandora teknolojiyê ya li ser civakê de civînek hat lidarxistin
 Têkildarî bandora teknolojiyê ya li ser civakê de civînek hat lidarxistin
15 cotmeh, 2025   13:46
HESEKÊ

Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Holê yê kantona Cizîrê, bi sernavê "Bandorên Pêşketina Teknolojiyê li ser Civakê” civînek li dar xist. Endamên partiyê û şêniyên bajêr tev li civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji rêveberên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatma El Hisn, li ser aliyên neyînî û erênî yên pêşkeftina teknolojîk axivî. Fatmayê destnîşan kir ku bikaranîna berfireh a teknolojiyê hiştiye ku têkiliyên civakî kêm bibin, her wiha bandora rasterast li ser zarokan heye ku demên dirêj li ber ekranan derbas dikin, ev jî dibe sedema qelsbûna têkiliya wan a civakî.

Fatmayê diyar kir ku feydeyên teknolojiyê jî hene ku têkiliya hevgihînê di navbera mirovan de li bajar û welatên cuda hêsan kiriye, her wiha mirov dikarin bi hêsanî agahiyan biweşînin û wergirin. Fatmayê got bikaranîna teknolojiyê derfetên fêrbûnê hêsan û zêde kiriye.

Beşdarên civînê jî nêrînên xwe der barê mijarê de anîn ziman û got divê malbat der barê bikaranîna teknolojiyê de werin hişyarkirin.

(k)