Hesabên siyasî û leşkerî yên cûda û tirsa gurbûna pûevçûnê li Rojhilata Navîn

Medyaya Erebî derbarê bandorên hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) û siberoja siyaseta derve ya Washingtonê û fikarên li ser rûbirûbûneke nû bi Îranê re û encamên wê yên herêmî nivîsîn.

Hesabên siyasî û leşkerî yên cûda û tirsa gurbûna pûevçûnê li Rojhilata Navîn
7 mijdar, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro bandora navxweyî ya hilbijartinên DYA`ê, her weha bandorên wan ên li ser dosyayên Îran, Sûriyeyê û Îsraîlê û helwesta Lubnanê di her rûbirûbûneke herêmî de, nirxandin.

HILBIJARTINÊN DYA`Ê SÎNORÊN GUHERTINÊ DI SIYASETA WASHINGTONÊ DE

Di rojnameya El Şerq El Ewset de, gotarek bi sernavê "Xwendinek Encamên Hilbijartinên Navîn ên Amerîkî" diyar ku ku dive pir hêvî neyên girêdan  û encamên hilbijartinê wekî guhertinek bingehîn di siyaseta Amerîkî ya li hember herêmê de neyê şîrovekirin.

Nivîskarê gotarê diyar kir ku windakirina Komarparêzan nayê wê wateyê ku DYA`ê dê dev ji berjewendiyên xwe berde û destnîşan kir ku dengdêrê Amerîkî ji bo çareserkirina nakokiyên Rojhilata Navîn neçû ser sindoqan.

Bi heman awayî, malpera Al Rai, di gotarek bi sernavê "Sûriye Piştî Hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê" de, bal kişand ser bandorên guhertina pêkhateya Kongresê li ser mijara Sûriyeyê û destnîşan kir ku piraniya Demokrat a ku tê çaverêkirin dê rêveberiya Trump bixe bin çavdêriya navxweyî ya mezintir, lê nayê wateya ku guhertinek bingehîn di siyaseta derve ya Washingtonê de nîşan bide.

 ÎRAN, LUBNAN Û SÛRIYE TIRSA BERFIREHBÛNA RÛBIRÛBÛNEKÊ

Di rojnameya Lubnanî El Şerq de, gotarek bi sernavê "Dorpêçkirina Îranê: Berî ku Fêkiyan Biçînin Neçînin" bal kişand ser nêzîkatiyên cûda yên di nav rêveberiya DYA`ê de di navbera zextkirina ji bo peymanek bi Tehranê re û berdewamiya siyaseta dorpêçkirin û zextê heya ku Îran tawîzên mezintir bide.

Nivîskar rave kir ku rêveberiya DYA`ê bi du vebijarkan re rû bi rû ye: ya yekem gihîştina liuhevhatinê ya nû ku destpêkirina danûstandinên nukleerî û vekirina Tengava Hormuzê vedihewîne û ya duyemîn berdewamiya dorpêça deryayî û aborî ye, ku di heman demê de  Îsraîlê zext dike êrişek leşkerî ya nû dest pê bike.

Di rojnameya Lubnanî El Exbar de, gotarek bi sernavê "Desthilatdarî ji Berxwedanê çi Daxwaz Dike Ger Dijmin Şer Dest Pê Bike?" bal kişand ser helwesta Lubnanê di rewşa pevçûneke nû de di navbera DYA`ê û Îsraîlê de ji aliyekî ve û Îranê ji aliyê din ve û li ser pirsên ku hikûmeta Lubnanê pê re rû bi rû sekînî.

Der barê mijara Sûriyeyê de, nivîskarekî Sûriyeyê di rojnameya L'Orient-Le Jour de gotarek bi sernavê "Fikara Hebûnî: Sûriye û girêka Îsraîlê" weşand, ku tê de li ser pirsgirêkên ku Sûriyeyê pê re rû bi rû ye, rawestiya.

Nivîskar diyar kir ku "eniya sereke ya siyaseta qelsiya Sûriyeyê hundirê Sûriyeyê ye" û girîngiya çareserkirina dabeşbûnên navxweyî û avakirina pergalek siyasî ku beşdariya hemû Sûriyeyiyan û hemwelatîbûna wekhev garantî dike, anî ziman.

(k)

ANHA