Herêmên Sûdanê hatin topbarankirin

Artêşa Sûdanê herêmên li Um Derman û Behrî bombebaran kirin, her wiha Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî gelek moşek avêtin nuqteyên artêşê yên li Xertûmê.

Herêmên Sûdanê hatin topbarankirin
7 kanûn, 2023   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Sûdanê bi guleyên obîsan bajarê Um Derman ji aliyê rojava û kûrahiya Um Derman ê kevin û bajarê Behrî ve topbaran kirin.

Ji şeva berê heta vê sibehê topbaran dewam dike û pevçûnên bejahî Ii Um Derman ê kevin kêm bûn.

Li kêlek wê jî Hêzên Piştevaniya Lezgîn gelek moşek ji rojhilat û başûrê Xertûmê ve avêtin nuqteyên fermandariya giştî ya artêşê û nuqteya li Behrî.

Li Xertûmê pevçûnên bejahî yên her du aliyan kêm bûn û niha xwe spartina hedefgirtinên bi moşek û balafirên bêmirov.

(fr)