Di êrişên li ser Siwêdayê de 2 kuştî û 8 birîndar

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêda ragihand ku di êrişên li ser gundewarê Siwêdayê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser Siwêdayê de 2 kuştî û 8 birîndar
23 kanûn, 2025   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de têkildarî encamên êrişên li ser Siwêdayê de daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên hikumeta veguhêz êrişên xwe li ser Cebel û herêmên wê berdewam kirin, di êrişan de guleyên hawnan, çekên giran û dron bi kar anîn.

Fermandariyê da zanîn ku êriş bi awayekî ketober li dijî sivîlan û milkên wan hatine kirin û ev agahî parve kirin "Ji saetên derengiya şevê heya berbanga îro ve, ji bajarokên Rîma Hazim û Mensûrayê, bi hawanan  êrişî bajarokê Etîl kirin.  Di encma topbaranê de 2 kes hatin kuştin  8 sivîl birîndar bûn. Ji devera Til Hedîdî jî eniya rojavayê bajarokê hat hedefkirin. Di encamê de zerar li milkên taybet bûn."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi çekên giran û hawnan derdora girtîgeha sivîl û veguhestinê jî hatin topbarankirin. Hate gotin, êrişan guhertin di rewşa meydanî de çênekir.

Fermandariyê daxuyand ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bersiva jêderên êrişan dan, di encamê de 2 erebeyên çek li ser îmha kirin û qaîdeyeke avêtina hawanan kir hedef.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ragihand ku tevahî enî di bin kontrolê de ne û hêzên wê amade ne bersiva êriş û binpêkirinên agirbestê bidin.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, navên kesê jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Hemade El Xetîb û Qeys El Zerûnî ne. Ji birîndaran jî  navên Cewad Ednan Murşid, Enes Reşîd, Reed Reşîd û Fîras El Şehef hatin zanîn.

(b)