Hemû êrişên li bakurê Tişrînê û gundewarê Minbicê hatin têkbirin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser gundewarê bakurê Bendava Tişrînê û gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê hatine têkbirin.

Hemû êrişên li bakurê Tişrînê û gundewarê Minbicê hatin têkbirin
8 ÇILE, 2025   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku hemû êrişên li dijî gundewarê bakurê Bendava Tişrîn û gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê hatin têkbirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên QSDˋê hemû êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê bakurê Bendava Tişrîn û gundewarê başûrê rojhilatê bajarê Minbicê yên bi piştevaniya bejahî û hewayî yên Tirkiyeyê têk birin.

Navendê destnîşan kir ku hêzên QSDˋê derbên giran li çeteyan da, wesayît û tankên wan rûxandin û dê dîmenên rûxandinê piştre parve bikin.

(fr)