Şêniyên Til Temirê bi QSD`ê re bûne yek

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Şêniyên bajarê Til Temirê li hember van êrişan, bi HPC`ê re komîteyên parastinê ava kirin. Şênî dibêjin ew ê heta dawiyê piştgiriya QSD`ê bikin.

Şêniyên Til Temirê bi QSD`ê re bûne yek
Şêniyên Til Temirê bi QSD`ê re bûne yek
Şêniyên Til Temirê bi QSD`ê re bûne yek
9 ÇILE, 2025   06:10
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê liv û tevgera komîteyên parastinê yên ku şêniyên bajêr ji bo parastina taxên xwe li hember êrişeke muhtemel ji aliyê dewleta Tirk ve û ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ava kirine, zêde bûye.

Şêniyên ku bi dilxwazî tev li van komîteyan bûne, bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) hevkar in. Cihê xwe li bendên kontrolê û xalên hesas ên li bajêr digirin. Ev dîmen, yekitiya gel li hember êrişan û gefan nîşan dide.

Şêniya bi navê Qumra Newaf Îbrahîm têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Em amade ne bajarê xwe biparêzin. Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên me zêde bûn, ji ber wê û ji bo parastina taxên xwe hem jin hem kal û pîr daketin kolanan."

Qumrayê wiha domand: "Em bi hêzên xwe yên leşkerî, QSD`ê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re ne. Em ê bi parastina eniyên li paş wan, piştgiriya wan bikin. Em ji Erdogan re dibêjin, heke hûn bixwazin êriş bajarê me bikin, em ê her tiştî biqulbînin ser serê we."

Xidir Hec Ayo ku bi dilxwazî tev li komîteyên parastinê bûye, got wî erebeya xwe kiriye xizmeta komîteyên parastinê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji bo rewşên awarte em amade ne, ji ber wê di nava taxan de digerin. Madem êrişên dewleta Tirk berdewam in em jî nasekinin û dê bi hêz li hember wan êrişan bisekinin."

Ayo got: "Heke bê xwestin em ê eniyên li paş QSD`ê biparêzin û heta bê xwestin jî em ê li eniyan piştgiriya wan bikin."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmê ji êrişên domdar û ji bo piştgiriya QSD`ê şênî di nava seferberiyê de ne. Ev dîmen an jî helwest giyanê nîştimanî yê herî bilind nîşan dide. Her kes bi rêya komîteyên parastinê bi rengê xwe piştgiriya berxwedana gel dike.

Ev helwesta gel û giyanê welatparêziyê, careke din îsbat dike ku parastina herêmê û bajaran ne tenê erka QSD`ê ye lê berpirsyariya her kesî ye û divê pêkhate tev da bi hev re li hember êrişên li dijî aştiyê û îstiqrarê li ber xwe bidin.

(şx/k)

ANHA