Li Tişrînê çalakiyên nobedariyê dest pê kirin

Girseya li Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobedariyê kir û bang li tevahî keç, xort û xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tev li çalakiyê bibin.

Li Tişrînê çalakiyên nobedariyê dest pê kirin
Li Tişrînê çalakiyên nobedariyê dest pê kirin
Li Tişrînê çalakiyên nobedariyê dest pê kirin
8 ÇILE, 2025   21:28
BENDAVA TIŞRÎN
DICLE EHMED

Bi hezaran gelên ji kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê yên ku gihaştine Bendava Tişrînê li bendavê dest bi çalakiya nobedariyê kir. 

Ji 8ˋê Kanûna 2024ˋan ve êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bejahî û hewayî bênavber li dijî Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê didomin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kiribû ku ji ber êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker Bendava Tişrînê rûbirûyî hilweşînê ye û dê bi xwe re karesateke mirovî li tevahî herêmê bîne.

Vê sibehê bi hezaran gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe, ji bo parastina Bendava Tişrîn û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li hemberî şer, ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê.

Dewleta Tirk a dagirker karwana wesayîtên gel bombebaran kir. Li gorî agahiyan 5 sivîl şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn û rewşa hin birîndaran giran e.

Tevî êrişan gel bi meşê xwe gihand Bendava Tişrînê û li bendavê dest bi çalakiyên nobedariyê kir.

(mh/fr)

ANHA