Rola rewşenbîran di yekrêziya Kurdî û siberoja Sûriyeyê de

Rewşenbîrên Kurd destnîşan kir ku rola wan di xurtkirina yekhelwesta Kurdî û piştgiriya şandeya ku dê bi desthilata Şamê re danûstandinan bike de, girîng e.

Rola rewşenbîran di yekrêziya Kurdî û siberoja Sûriyeyê de
Rola rewşenbîran di yekrêziya Kurdî û siberoja Sûriyeyê de
Rola rewşenbîran di yekrêziya Kurdî û siberoja Sûriyeyê de
Rola rewşenbîran di yekrêziya Kurdî û siberoja Sûriyeyê de
Rola rewşenbîran di yekrêziya Kurdî û siberoja Sûriyeyê de
28 gulan, 2025   23:37
GIRKÊ LEGÊ

Rewşenbîrên Kurd li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-S) ya bajarê Girkê Legê, bi armanca xurtkirina yekhelwesta Kurdî, piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan, nemaze di vê qonaxa hestiyar de ku welat tê re derbas dibe, panelek diyalogê li dar xist.

Nîqaş li ser rola rewşenbîrên di piştgirîdayîna yekrêziya Kurdî de hatin kirin. Beşdaran anî ziman ku divê rewşenbîrên Kurd di parastina yekrêzî, xurtkirina diyalog û dan û standinê de, bi taybet digel rewşên siyasî û ewlehî yên zehmet li Sûriyeyê û tevahî Kurdistanê, rola girîng bilîzin.

Rewşenbîran destnîşan kir ku piştî "Danezana destûrî" Sûriye ji bo tevahî pêkhateyên xwe ne guncaw e û hîna pêdiviya desthilatê bi nûnertîkirina adilane ya pêkhateyên Kurd, Durzî, Elewî û hwd heye ku qurbaniyên mezin dan û divê ew mafên xwe yên rewa di Sûriyeya siberojê de bi dest bixin.

Rewşenbîran got divê piştgiriya şandeya ku wê dan û standinan bi Şamê re bike were kirin, ji ber ku ev şande xwedî yek nêrîn e û xwedî şansê piştgiriya gel û siyasî ya berfireh e. Ew yek hêzê dide şandeyê ku diyalogên xwe bi desthilata Şamê re pêk bîne.

Rewşenbîran diyar kir ku divê ev piştgirî bi awayekî berfireh dewam bike, bi taybet di qonaxên dan û standinê yên bê de ku bigihîne çareseriyeke siyasî ku tê de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê misoger bibe.

Li aliyekî din jî beşdaran girîngî da pêvajoya aştiyê ya di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewleta Tirkiyeyê de û lêgerîna çareseriyên siyasî yên berfireh ji bo krîza Sûriyeyê, ji ber ku aştî ji bo gelên herêmê pêwîstiyeke teqez e û bingehek e ji bo rawestandina xwînrijandin û wêrankirinê ye.

Di panelê de hate gotin ku yekrêziya hundirîn a Kurdan rêbaza herî serkeftî ya danîna sînorekê ji krîzan re ye û hêmana sereke ya xurtkirina şiyanên Kurdan li Sûriyeyê. Girîngiya wê jî ew ku Sûriyeyek nû ya ji bo mafên hemûyan dûrî siyasetên yekalî û dûrxistinê misoger bike, were avakirin.

Rewşenbîran got xwestekên Kurdan ne cudaxwazî yan jî parçebûn e, lê avakirina welatekî hevbeş ku mafên tevahiyan misoger bike ye. Her wiha daxwaza sazkirina destûreke nû hat kirin ku navê Komara Erebî ya Sûriyeyê bibe Komara Sûriyeyê.

Beşdaran got yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriyeyê ku sînorê herêmê derbas kir û tevahî Kurdistanê vehewîne, wê bibe performansa girîng a pêkanîna siberojeke layiqî fedakariyên welat û jinûve xêzkirina nexşeya siyasî ya nû û bibe klîta siberojê ya ji bo hemûyan di Sûriyeya demokratîk a nenavendî de.

(mh/fr)

ANHA