Hemasê bersiva biryara avakirina hikumeta nû da

Hemasê biryara serokê Filistînê Mehmûd Ebas a erkdarkirina Mihemed Mustefa ji bo avakirina hikumeta nû red kir.

Hemasê bersiva biryara avakirina hikumeta nû da
15 adar, 2024   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemasê îro biryara "yekalî" ya serokê Filistînê Mehmûd Ebas red kir. Ebas yek ji hevkarên xwe wek serokwezîr ji bo guhertina desthilata Filistînê û jinûve tamîrkirina Xezayê erkdar kiribû.

Hemasê destnîşan kir ku Ebas bêyî ku li wê vegere ew biryar da. Tevî ku Hemas di civîna Moskovê ya ji bo bidawîkirina nakokiyên Filistînî de, ku tê de tevgera Fetih a bi seroketiya Ebas jî beşdar bûbû, beşdar bû.

Hemasê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew li dijî siyasetên yekalî û têkbirina hewldanên neteweyî yên yekitiyê ne û van rêbazên ku zirarê digihînin gel û doza wan red kirin.

(mh)