Netanyahu operasyona leşkerî li Refehê erê kir

Seroketiya Filistînê hişyarî li ser destpêkirina operasyoneke leşkerî li bajarê Refeh ê başûrê Xezayê da.

Netanyahu operasyona leşkerî li Refehê erê kir
15 adar, 2024   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî planên operasyona leşkerî li Refehê erê kirin.

Li gorî çapemeniya xwecih, nivîsgehê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji bo valakirina Refehê ji şêniyên wê amadekariyê dike, li kêlek wê jî li herêmê bi sedan koçber hene.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armancên Hemasê yên girêdayî esîran hîn jî dûrî rastiyê ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandeyeke Îsraîlê dê piştî civîna meclisa wezîran berê xwe bide Dewhayê da ku mijara esîran nîqaş bikin, piştî ku meclisa wezîran helwesta hikumetê li hember vê mijarê nîqaş bike.

Girêdayî wê, seroketiya Filistînê îro hişyarî ji destpêkirina operasyoneke leşkerî li bajarê Refehê li başûrê Xezayê da û bang li rêveberiya Amerîkayê û civata navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin.

Ajansa nûçeyan a Filistînê da zanîn ku seroketî dibîne ku biryara hikumeta Îsraîlê ya destpêkirina operasyona leşkerî li Refehê dê komkujiyên zêdetir û sûcên koçberkirinê bi xwe re bîne.

(mh)