Hemas û Îsraîlê îro dîsa dicivîn

Hate ragihandin ku dan û standinên agirbestê yên di navber Îsraîl û Hemasê de dê îro li paytexta Misrê Qahîreyê careke din dest pê bikin.

Hemas û Îsraîlê îro dîsa dicivîn
31 adar, 2024   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televîzyona Al Qahera News a misirî, dan û standinên Hemas û Îsraîlê yên bi armanca pêkanîna agirbestê li Xezayê dê îro li Qahîreye careke din dest pê bikin.

Heman çavkanî diyar kir ku Misir û Qeterê ji bo pêşxistina diyalogên di navbera Îsraîl û Hemasê de rola navbeynkariyê pêk tînin.

Rayedarekî îsraîlî ji Ajansa Reutersê re diyar kir ku şandeyeke Îsraîlê îro diçe Qahîreyê. Rayedarekî Hemasê got, Hemas dê pêşîn encamên nîqaşên navbeykarên misirî yên li gel Îsraîlê guhdar bike.

Roja Înê Serokwezîrê Îsraîlê  Benjamin Netanyahu dan û standinên nû yên ji bo pêkanîna agirbestê li Xezayê erê kiribû

Di mehên dawîn de bi rêya navbeynkarên Misir, Qeter û DYA’ê de gelek diyalog di navbera rayedarên Îsraîl û Hemasê pêk hatibûn, lê hemû bê encam derbas bûn.

(bb)