Çeteyan li Babê dijî jinekê destdirêjî kir 

Li bajarê Babê çeteyekî dewleta Tirk a dagirker li hemberî jinekê destdirêjî kir.

Çeteyan li Babê dijî jinekê destdirêjî kir 
31 adar, 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, pêkanînên dermirovî didomin.

Li bajarê Babê yê girêdayî Helebê, çeteyekî endamê koma bi navê ’Ehrar El Şerqiye’ yên girêdayê artêşa Tirk a dagirker dijî jinekê destdirêjî kir.

Li gorî agahiyan, malbata jina ku bi êrişê re rû bi rû maye, gilî kiriye. Hate diyarkirin ku çeteyê êrişkar ji bajarê Dêrazorê ye û piştî êrişê bi hevkariya çeteyên bi nave ’Polîsên leşkerî" ber bi Tirkiyeyê ve hatiye revandin.

(bb)

ANHA