Hemas beramberî cenazeyê leşkerekî Îsraîlê daxwaza 150 endamên xwe kir

Hemasê beramberî radestkirina cenazeyê leşkerê  Îsraîlî Hadar Goldin, dawaza derxistina 150 şervanên xwe yên di tunelên Refahê de asê mane, kir.

Hemas beramberî cenazeyê leşkerekî Îsraîlê daxwaza 150 endamên xwe kir
9 mijdar, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Îsraîlê îro ragihandin ku Hemasê  beramberî radestkirina cenazeyê leşkerê  Îsraîlî Hadar Goldin ê ku ji sala 2014’an ve di destê wê de ye, daxwaz kir ku dan û standin der barê derxistina 150 şervanên Hemasê de kir ku di tunelên Refahê de asê mane.

Li gorî Kanala 12 a Îsraîlê, artêş texmîn dike cenazeyê ku li Refahê hatiye dîtin yê serbaz Goldin e.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji kanalê re diyar kir ku niha bi Hemasê re ti peyman tune ye û diyar kir ku tenê du vebijêrk: an teslîm bibin an bimirin li pêşiya wan çekdaran hene.

Îsraîlê destûr daye hin karmendên Hemasê û Xaça Sor ku li deverên di bin kontrola Îsraîlê de li Xezayê lêgerînê bikin, da ku rewşa kesên asê mane binirxînin û agahiyan berhev bikin.

(k)