Mîhrîcana Wêneyên Fotografî 30’ê Çileyê ye

Mîhrîcana 2’yemîn a Wêneyên Fotografî dê 30’ê Çileya 2026’an de dest pê bike. Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê deriyê beşdariya mîhrîcanê vekir.

Mîhrîcana Wêneyên Fotografî 30’ê Çileyê ye
9 mijdar, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê amadekariyên Mîhrîcana 2’yemîn a Wêneyên Fotografî kir ku dê 30’ê Çileya 2026’an dest pê bike. Yekitiyê deriyê beşdariya mîhrîcanê li pêşiya wênekêşan vekiriye.

Yekitiyê diyar kir ku di mîhrîcanê de dê pêşangeha wêneyan were vekirin û semîner li ser wênekêşiyê werin dayîn. Her wiha destnîşankirin ku armanca mîhrîcanê pevguhertina pisporiyan û pêşxistina behreya wênekêşiyê ye.

Yekitiyê şertên tevlêbûna mîhrîcanê jî diyar kirin:

Mafê her wênekêşekî/ê heye ku bi 2 wêneyan beşdar bibe.

Her wiha mafê wî/ê heye ku 2 çîrokên wênekêşiyê pêşkêş bike, bi şertê ku di her çîrokekê de herî kêm 3 wêne hebin.

Nabe wêne berê di pêşangehan de hatibin pêşandan an di medya de hatin parvekirin.

Divê wêne zelal be û bê filter bin.

Tevî wêne, divê navê wênekêş, cih û dîroka kişandina wêneyê hebin.

Kesên ku dixwazin beşdarî mîhrîcanê bibin dikarin berhemên xwe ji vê navnîşanê re bişînin:

[email protected]

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê ragihand ku dê heya 10’ê Çileyê wêneyan werbigire.

(bb)

ANHA