ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2026
20 gulan, 2026   02:00

-Di Sûriyeya nû de wê bername û sîstema perwerdeyê çawa be, zimanên perwerdeyê wê çi bin, materyal wê çawa û bi kîjan zimanan were amadekirin? Ev û gelek sernavên din xalên esasî yên entegrasyonê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

-Hunermend Bengî Agirî anî ziman ku hunera Elî Mensûr ji bo gelê Kurd bû û got Elî Mensûr mîrateyeke dewlemend li dû xwe hişt, divê ev mîrate were parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

-Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Komunîst a Iraqê Elî Mehdî got divê di çarçoveya qanûnî û li ser bingehê edalet û mafên mirovan mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan çareser bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

-Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Ednan Kalo diyar ku destwerdanên derve û nakokiyên partiyan li pêşiya yekitiya Kurdan dibin asteng û got ji ber vê yekê encamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestê pêk nayên. BI WÊEN Û DÎMEN

-Mamoste û xwendekarên li bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ew her biryarek ku perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike, napejirînin. Her wiha diyar kirin ku ziman nasname û hebûna gelê Kurd e û xwendina bi kurdî mafekî bingehîn e. BI WÊNE Û DÎMEN

-Cotkarên li Girkê Lekê û Tirbespiyê têkildarî buhayê genim ku ji hêla hikumeta kemkî ve hatiye destnîşankirin, nerazîbûna xwe anîn ziman û diyar kir ku ew buha têra lêçûnên çandiniyê nake. Cotkaran daxwaza zêdekirina buhayê kirîna genim kir. BI WÊNE Û DÎMEN

-TEV-ÇAND hûnermend Elî Mensûr di çilrojiya wefata wî de li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya nû ya li Amûdê bi bîr tîne, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

-Komek çalakvan li bajarê Dirbêsiyê ji bo redkirina bihayê genim û daxwaza sererastkirina wê çalakiyekê li dar dixe, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

-Dayikên şehîdan û YPJˊê li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê rûniştinekê li dar dixe, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

-Malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza berdana zarokên xwe çalakiyekê li Çerxerêya Şehîdan a Qamişloyê li dar dixe, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN