Helwesta Lubnanê ji pêşnûmeyên Brukselê, têkiliyên Misir û Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî balkişandin ser rewşa penaberên sûriyeyî li Lubnanê, bandora şerê Hemas û Îsraîlê li ser tevgerên Ixwan Muslimîn û têkiliyên Îsraîl û Misirê.

Helwesta Lubnanê  ji pêşnûmeyên Brukselê, têkiliyên Misir û Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî ne
29 gulan, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî encamên an jî biryarên Kongreya li Brukselê têkildarî `Piştgiriya siberoja Sûriyeyê û dewletê cîran` nûçeyek bi sernavê `Lubnan ji encamên kongreya Brukselê ne razî ye` parve kir. rojnameyê diyar kir ku encamên wê ne li gorî hêviyên lubnaniyan bûn ku dixwestin penaberên sûriyeyî vegerin welatê xwe. 

Rojnameyê destnîşan kir ku beşdarên kongreyê li hev kirin ku ji ber ku şert û mercên vegera li Sûriyeyê ne guncew in, behsa vegera penaberan nayê kirin.

Rojnameyê cih da nêrînên hikumeta Lubnanê ku li Sûriyeyê cihên ewle hene ku penaber dikarin lê vegerin, lê belê civaka navetneweyî bi awayekî zelal vê mijarê bi çareseriya siyasî ve girê dide.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî lubnanî yê resmî wergirtiye nivisî ku pêşnûmeyên kongreya Brukselê "bedbîn in" lê di heman de destnîşan kir ku saziyên ewlehiyê yên Lubnanê di girtina tedbîrên xwe yên ewlehiyê û qanûnên lubnanî li ser niştecihên nerewa de berdewam in.

ISLAMA RADÎKAL BER BI LEŞKERBÛNÊ VE DIÇE Û BI NASNAME Û HEVBENDIYÊN NÛ ÇALAK DIBE

Rojnameya El Ereb El Londoniye balkişand ser bandora şerê li Xezayê li ser tevgerên koma Îxwan Muslimîn li herêmê piştê ku bandora vê komê li gelek dewletan sînordar bû.

Li gorî rojnameyê, şaxên vê komê, bi hiceta piştgiriya Xezayê û di bin navê "Eniya berxwedanê" de ber bi leşkerbûnê ve diçin. Ev helwest jî, diyar dike ku şepêla beriya çend salan di bin navê demokrasiyê û pirrengiya partiyetî de yan jî yên bi navê `şoreşên bihara erebî` hatiye naskirin, tê guhertin.

Rojnameyê îşaret bi tevlêbûna şaxên komê li Urdun û Lubnanê di "Eniya berxwedanê de kir û diyar kir ku ev rêveçûn, ji bo projeya tevlêkirina suniyên li herêma Rojhilata Navîn di xebatên demokratîk de, şiksetinek e.

Rojnameyê di nûçeyê de anî ziman ku komên "şepêla îslama sunî" li gorî hevkêşeya rojavayî ya berê ku piştgirî da Qeter û Tirkiyeyê, pir di desthilatê de nema û şaxên wê nekarîn bigihêjin desthilatê û guhertinan çêbikin ji bo ku bandora neyînî ya binkeftina tecrubeya îslamê di desthilata herêma erebî de derbas bikin.

BANDORÊN QEZEYA LI SÎNOR LI SER TÊKILIYÊN DI NAVBERA MISIR Û ÎSRAÎLÊ DE

Malpera Sky News El Erebiye cih da bûyera guleberandinê li ser sînorên di navbera Misir û Xezayê de ku di encamê de leşkerekî misirî hate kuştin û diyar kir ku vê bûyerê gelek pirsnîşan der barê bandora wê li ser têkiliyên di navbera Misir û Îsraîlê de çêkirin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de şîroveyên pirsporên leşkerî û çavdêran parve kir ku têkiliyên siyasî û ewlehî yên Misir û Til Evîvê, rûbirûyî qutkirinê ne heke bilez bi metirsiyên Misirê yên li ser sînor re û rewşa Refehê re mijulbûn çênebû.

(şx)