` Şehîd Silava Çalak û jîndar bû `
Malbata şehîd Silava soz dan ku rêya şehîd Silava û tevahî şehîdên azadiyê li ser rêya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û got şehîd Silava şehîda malbatê û Kurdistanê ye.
![` Şehîd Silava Çalak û jîndar bû `](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202405/image_870x_6656e2465d580.jpg)
Şehîd silava ku 2013’ê han li gundê Basilê ya giredarê Efrînê di 28 û 29`ê Gulanê bi şehîdê Bêrîvan rê Şehîd ket bûn yekemîn şehîdên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ).
Dayîka Emîne ya ku şehîd Silava mezin kiriye, şehîd Bêrîvan û şehîd Silava bi bîr anîn û got: "Kesayeta Silava taybet bû. Her ku mezin dibû, bi berpirsyariyê dihesiya. Çalak û jîndar bû. Xwedî taybetmendiyên têkoşerîn tevgera rizgariya Kurdistanê bû.
Dayîka Emîne wiha qala şehîd Silava dike,Şehîd silava dema ciwan bû, hîs kir ku ax û welat tenê bi fedakarî û fedaîbûnê tê rizgarkirin. Şehîd Silava bi moreleke bilind û giyanekî bi çoş tev li YPJ`ê bû. li Konferansa Damezrîner a YPJ`ê ya li bajarê Dêrikê hate lidarxistin de bi coşa nirxandin kir û bi biryar darî tevlê akr bû digot ezê sozê xwe pêk bînim.
Dayîka Emîne hestên xwe ên ku dema Silava Şehîd keti dike û wiha got: “Şehadeta wê bandor li ser malbat û hemû gelê Efrînê kir ji ber vê di wê demê zarokên çêdibûn nave Silava li wan dikirin.”
Emîne destnîşan kir ku rêya berxwedan û têkoşînê biha ye û ji bo avakirina jiyaneke azad fedakarî pêwîst e û wiha got: "Silava şehîda Kurdistanê û yekemîn ji şehîdê YPJ`ê ye. Em bi şehadeta wê û bi hezaran hevalên wê serbilind in. Em soz didin ku rêya şehîdan temam bikin.
(şx)
ANHA