Çeteyan li Efrîna dagirkirî şêniyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kalemêrek li Efrîna dagirkirî revand.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî şêniyek revand
29 gulan, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hin çavkaniyan li bajarê Efrînê yê dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 26`ê Gulanê şêniyê bi navê Zaîm Hisên Horo (60) ji mala wî ya li kolana Servîs a taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê ber bi cihekî ne diyar ve revand.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên ji Efrînê derneketine, didomînin.

(şx)

ANHA