Hêlîn Umît: ferzkirina teslîmbûnê li ser QSD’ê dûrî ji aqil e

Hêlîn Umît diyar kir ku  ferzkirina teslîmbûnê li ser QSD’ê dûrî ji aqil e û got:”Gelê Sûriyê dikarin xwe biparêzin, dikarin hevdu biparêzin. Divê ji vê yekê bawer bikin.”

 Hêlîn Umît: ferzkirina teslîmbûnê li ser QSD’ê dûrî ji aqil e
27 tebax, 2025   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît di nirxandina xwe ya medya Haber TV de bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got : polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê ye. Bûyerên li Sûriyeyê girîng in. Sûriye niha ew qad e ku polîtîkayên têkildarî herêmê lê diyar dibin.

Nirxandinê Hêlîn Umît wiha ne:

“Hevsengiya herêmê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi Peymana Sykes-Picot re li ser Sûriyeyê ava bû bû. Ew hilweşiya. Yanî hewl tê dayin ku herêma Rojhilata Navîn careke din li ser Sûriyeyê bê avakirin. Çend sedemên vê yekê hene. Rêyên enerjiyê, têkiliyên stratejîk û hwd. Yanî ew der kirine qadeke şer. Û dem bi dem aram bibe jî li qadê têkoşîneke dijwar heye. Rêveberiya HTŞ’ê ya heyî, hikumeta Colanî avaniyên etnîkî; Durzî, Elewî her kes bêdudilî qetil kir. Ev yek ên di medyayê de hatine weşandin e. Her wiha yên nehatine weşandin jî hene. Em bi wan nizanin.

Di vê demê de gelên Sûriyeyê xwestin şensekî bidin hikumeta Colanî, firsendek dan. Kurdan, Xiristiyanan, Asûran, gelan ev yek anîn ziman. Firsend jî bi rengê yekîtiya neteweyî ya li Sûriyeyê pênase kirin.

Niha dema qala HTŞ an jî rêveberiya Colanî, hikumeta Sûriyeyê, hikumeta demkî tê kirin, weke ku qala tiştekî gelekî rewa tê kirin tê fêhmkirin, halbûkî em qala tiştekî welê dikin ku rewabûneke xwe nema ye, bûye cihê lêpirsîn û nerazîbûnê. Lewma nikarim bi hêsanî bînim ziman. Ji bo pênasekirinê tiştekî din nabînim.

Lê belê hikumeta Colanî ev yek li ser bingeha avakirina yekîtiyeke Ereb Sûnî, yekperestiyê nirxand. Yanî li ser avakirina serweriya faşîzmê dît. Di vê mijarê de têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê balkêş in. Diyar e bi aqlê Tirkiyeyê tevdigere. Haka Fîdan ji xwe timî li wir e. Nîv bi nîvî dîplomasiya Sûriyeyê dimeşîne. Çawa ku Sefîrê Bilind ê Emerîkayê yê li Tirkiyeyê di heman demê de Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê ye, mîsyona Hakan Fîdan jî bi heman rengî ye. Yanî ji bo herduyan dixebite. Ez bi vî rengî fêhm dikim.

Lewma diyar e ku Ahmed el Şara gelekî di bin bandora Hakan Fîdan de ye, lê guhdarî dike. Xuya ye bi vê yekê re wê dawî li xwe bîne. Ji ber ku rayedarên li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Rojava jî gelek daxuyanî dan. Xercê bingehîn ê ku Sûriyeyê di nava yekîtiyê de bihêle demokrasî ye. Yanî divê sîstemeke welê bê avakirin ku nasname, bawerî hemû bi hev re bijîn. Li gorî sosyolojiya xwe, li gorî rastiya xwe ya civakî divê yekîtiyek bê avakirin. Ev yekîtî jî bi zordariyê ava nabe.

‘FERZKIRINA TESLÎMIYETÊ YA LI SER QSD’Ê DÛRÎ AQIL E’

Niha aqlê dewleta nete ya Tirk, ya jî aqlê netewe yê dewletê... Hûn dikarin ji vê re aqlê Baasê jî bibêjin. Ji ber ber ku Baasî jî bi vî rengî bû. Rejîmên Baaasê li Iraqê, li Sûriyeyê dema ku serwer bûn hewl didan bi zordariyê yekîtiyekê ava bikin. Diyar e ku Şara nekarî van saziyên rejîma Baasê ji holê rake. Ji ber ku li cihekî amade rûnişt.

Gefan li Kurdan dixwe. Weke tevger em li ber yekparebûna Sûriyeyê ranabin, lê belê kîjan Sûriye? Ya neteweperest, olperest, zayendîperest, ya ku jin lê têne binpêkirin, talankirin û kolekirin... Vaye li Efganistanê jî (desthilatdariyeke) bi vî rengî heye. Li wir pencereyên odeyan jî li jinan hatine girtin. Yanî odeyên ku jin lê ne ronî jî nabin. Sîstemeke bi vî rengî heye ku jinê dike kole. Gel, jinên li Sûriyeyê bi azadiyê zanin. Hem jinên Kurd hem jinên Ereb hem jî Elewî. Lewma ev yek ne tiştekî bê qebûlkirin e. Yekîtî û yekparebûna Sûriyeyê divê di çarçoveya van pîvanên demokratîk de be.

Ez gelekî girîng dibînim ku Kurd, Durzî, Elewî li hev kom dibin, têkiliyê datînin, xwedî li hev derdikevin, piştgiriyê didin. Ne tenê avaniyên etnîkî yên cuda, her wiha derdorên Ereb ên demokratîk, muxalîf, Erebên Sunî yên bindest, divê xwedî li wan jî derkevin, piştgiriya hev bikin. Bi vî rengî yekîtiya Sûriyeya Demokratîk, dewleta Sûriyeya demokratîk dikare ava bibe.

Em dewletperest nînin. Min timî got, em dewletê her tim weke amûreke mêtingeriyê dibînin. Ji aliyê sosyolojiya civakî ve jî bi vî rengî ye. Lê belê eger wê bibe divê di vê çarçoveyê de be. Xuya ye civaka Durzî, civaka Kurd, civaka Elewî wê di vê yekê de israr bikin. Ji ber ku wekî din wê tine bibin.

Di rewşeke bi vî rengî de ferzkirina teslîmbûnê li ser QSD’ê dûrî ji aqil e. Bifikirin, her roj li mala cîranê we komkujî dibe, hûn ê jî rabin kêra li mala xwe, amûrên parastina xwe biavêjin çopê! Bi vî rengî nabe. Dor bi dor tê. Ji vê wêdetir, divê gel parastina xwe xurt bike. Divê civaka Durzî xweparastina xwe xurt bike. Yanî gel dikarin xwe biparêzin, dikarin hevdu biparêzin. Divê ji vê yekê bawer bikin.”

‘POLÎTÎKAYA KU TIRKIYE TÊKILDARÎ KURDÊN LI SÛRIYEYÊ DIMEŞÎNE DIBE CIHÊ BÊBAWERIYÊ’

Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan li ser Sûriyeyê bê nirxandin û got, “Yê li hemberî me, dewleta Tirk vê yekê bi rengekî berevajî li dijî me bi vî rengî dike. Dibêje, em ê li Sûriyeyê bibînin bê Tevgera Azadiyê ya Kurd çiqasî samîmî ye. QSD wê entegre bibe yan na. Yanî zexeliyê dike. Dixwaze bi kevirekî li du çivîkan bixe. Çareseriya Tirkiyeyê çareseriyeke Sûriyeyê nîne. Sosyolojiya Sûriyeyê cuda ye. Bûyerên diqewimin cuda ne. Xwedî dînamîkên cuda ne. Bi ya li Iraqê, ya li Îranê re weke hev nîne. Cudahiyên xwe hene. Ji aliyê etnîkî ve, rastiya Kurd ve weke hev e lê belê desthilatdariyên ku ew lê rast tên heman tişt nîne. Pirsgirêkên rojane lê rast tên cuda ne. Lewma hewl didin bi vî rengî qurnaziyê bikin. Lê belê bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê bibêjim; Polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan li Sûriyeyê dimeşîne bêbaweriya ji xwe kûr dike. Înkar, teslîmiyeta asîmîlasyonê bi rengekî eşkere ferz dikin.

Dixwazim vê jî bibêjim. Bila kes nebêje mecbûrî me ye. Di nava gel de gotinek heye, dibêje ‘Xwedê deriyekî bigire, deriyekî din vedike’. Ev gotin li Rojhilata Navîn gelekî tê gotin.

Belê ji aliyê rastiya xwe ya dîrokî ve em dixwazin xwişk-biratiya Kurd û Tirkan nû bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek parçeyek ji sosyolojiya me ya dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku bi vî rengî li vê cografyayê hebûna me pêk hatiye. Lê belê ev yek çarenûsek nîne. Ti kes vê yekê weke qederekê ferz nake. Tiştekî welê ye ku bi rengekî têgihiştî dikare bê avakirin. Di dîrokê de jî bi zanebûn hatiye avakirin. Dema ku Kurdan bi Tirkan re tifaq kirin, yan jî dema ku Tirkan bi Kurdan re tifaq kirin ev yek bi navê qeder an jî çarenûsê nekirin, bi zanebûn û têgihiştî kirin. Li ser pêwîstiyê û rastiyekê kirin. Niha dîroka careke din bang li me dike. Divê her kes bi vê yekê zanibe.”