Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê wê tevlî Parêzvanên Niştimanî bibe

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand ku ew amade ye tevli "Hêzên Parêzvanên Niştîmanî" ku  23’yê Tebaxê hatibû îlankirin bibe.

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê wê tevlî Parêzvanên Niştimanî bibe
27 tebax, 2025   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê duh (26 Tebax 2025) ragihandibû ku li ser bersivdana banga serokê Ruhanî yê Civaka Muslimanên Miwehidîn (Durzî) Şêx Hikmet El Hicrî ew amade ye tevli "Hêzên Parêzanên Niştîmanî" bibe.

Meclisê bi daxuyaniyekê amadebûna tevlêbûna xwe li nava "Hêzên Parêzvanên Niştîmanî" ragihand û diyar kir ku "Ligel zehmetiyên ku herêma me tê re derbas dibe û baweriya me ya bi yekrêziya çarenûsê û armancê, em ragihandina dîrokî ya ji daîreya serokatiya rûhanî derketiye pêşwaz dikin û bi gaveke aqilmendî bi nav dikin. Ji ber ku vîna gelê me ya berxwedan û parastina xak û rûmeta xwe nîşan dide."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "Siwêda di dîroka xwe de keleh û dergûşa berxwedanê bû. Em ê cenga parastina xakê, pîroziyan û parastina sivîlan bidomînin. Fedakariyên ku şehîdan pêşkêş kirine dê bibe ajoyeke ji bo berdewama berxwedanê heta pêkanîna armancên wê."

Meclisê di dawiyê de got: "Em amade ne hemû derfetên xwe bixin xizmetî vê destpêşxeriyê. Şerê ku xelkê parêzgehê raber dikin şerê hebûn û çarenûsê ye. Em soz didin ku em ê ji bo yekitiya civakê û parastina maf û xaka wê leşkerên dilsoz bimînin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kom û hêzên xwecihî yên Siwêdayê roja şemiyê (23ˊê Tebax 2025) ragihadibûn ku artêşeke niştîmanî ya yekgirtî bi navê "Hêzên Parêzvanên Niştîmanî" ava dikin.

Bi hezaran şervanên ji xelkê Siwêdayê tev lê bûn û bi dehan komên xwecihî belgeya sazûmaniya nû îmze kir.

Komên ku belge îmze kirine ev in:

"Kombûna Zarokên El Cebel(تجمع أبناء الجبل), Fezeya Ciwanên El Cebel (فزعة شباب الجبل), Seraya El Cebel (سرايا الجبل), Hêzên Têkoşîna Dijî Terorî (قوات مكافحة الإرهاب), Hêzên Şêx El Kerame (قوات شيخ الكرامة), Hêzên Bilind (قوات العليا), Hêzên Xwecihî (القوى المحلية), Hêzên Tod El Cebel (قوات طود الجبل), El Qahîron (القاهرون), Hêzên Erîn El Cebel (قوات عرين الجبل), Hêzên Fursan Hemze (قوات فرسان حمزة), Hêzên Şems El Cenob (قوات شمس الجنوب), Hêzên Ziyab Hemze (قوات ذياب حمزة), Hêzên El Fehid (قوات الفهد), Parêzvanên El Sixor (حماة الثغور), Hêzên El Sultan (قوات السلطان), Hêzên Seyfulheq (قوات سيف الحق), Fezeya El El Xeyara (فزعة الغيارى،), Fezeya El Neşama (فزعة النشامى), Hêzên Mertal El Lucat (قوات درع اللجاة), Operasyonên Siwêdayê (عمليات السويداء), Koma Xeyal (مجموعة خيّال), Beyreq El Reid-Teara (بيرق الرعد – تعارة), Hêzên Mertal El Cebel-Zênedîn (قوات درع الجبل – زين الدين) , Beyreq Feze-Mufele (بيرق فزعة – مفعلة), Xewal El Cebel (خوال الجبل), Yekîneyên Parastina Durzî (وحدات الحماية الدرزية), Hêzên Esayil (قوات الأصايل) û Artêşa Miwehidîn (جيش الموحدون).

(fr/a)