Hejmara miriyên ketina balafira Hindistanê derket 279`an

Hejmara kesên di qezaya balafireke Air India ya roja pêncşemê de mirin, derket 279’an.

 Hejmara miriyên ketina balafira Hindistanê derket 279`an
14 hezîran, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro çavkaniyeke polîsan ragihand ku hejmara kesên di ketina balafireke Air India de jiyana xwe ji dest daye ku roja pêncşemê ji Ahmedabad a Hindistanê ber bi Londonê ve b mirine, I hewa ketibû, bûye 279.

Çavkanî ji AFP’ê re got piştî karesatê heta niha 279 cenaze yan jî parçeyên laş rakirine nexweşxaneya bajêr.

Ji 230 rêwiyan 169 Hindî, 53 Brîtanî, 7 Portekîzî û yek jî Kanadayî bûn. Yê ku tenê sax maye welatiyekî Brîtanyayê yê bi eslê xwe Hindî ye.