Ezmûnên refên 9 û 12`an ên serbest dest pê kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnên refa 9`an (serbest) dest pê kir û sibê jî yên refa 12`an dest pê dikin. Hejmara xwendekarên ku dê bikevin ezmûnan 3 hezar û 741 e.
Ezmûnên xwendekarên xwendina serbest ên refên 9 û 12`an ên dibistanên Rêveberiya Xweser, îro dest pê kir. Ezmûn li 10 navendên li kantonên Cizîr, Firat, Tebqa, Reqa û Helebê pêk tên.
Li gorî daneyên ku me ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtine hejmara xwendekarên refa 9`an hezar û 93 e, refa 12`an jî 2 hezar û 648 e, bi giştî dê 3 hezar û 741 xwendekar dikevin ezmûnan.
Bernameya ezmûnên refa 9`an ji îro (14`ê Hezîranê) heta 3`yê Tîrmehê û yên refa 12`an sibê (15`ê Hezîranê) heta 6`ê Tîrmehê didomin.
Ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12`an ên giştî bi awayekî navendî herî dawî sala xwendinê ya 2021-2022`an pêk hatine, ji wê salê ve sîstema ezmûnên navendî ji bo xwendekaran hatiye rakirin û li şûna wê ew ezmûnên xwe bi awayekî nenavendî li dibistanên xwe pêk tînin.
Ji bilî yên xwendina serbest, hejmara xwendekarên refên 9 û 12`an ên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala xwendinê ya 2024-2025`an de gihaştiye 22 hezar û 620’an.
(ekîb)
ANHA
reqa
qamişlo
heleb
tepqa
hesekê
kobanê