Rojnameyên erebî: Rageşiya li dijî Îranê hişyariya şerekî mezin dide

Rojnameyên erebî êrişên Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerî û leşkerî yên Îranê wekî guhertineke stratejîk di rêgeha şerê Îran-Îsraîlê de pênase kir. Li gorî rojnameyan, dibe ev êriş nexşeya hevsengiyên herêmî ji nû ve saz bike.

Rojnameyên erebî: Rageşiya li dijî Îranê hişyariya şerekî mezin dide
14 hezîran, 2025   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de şerê Îsraîl û Îranê nirxand.

PIŞTÎ SALAN JI BENDEWARIYÊ NETANYAHU PLANA XWE BICÎH TÎNE

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî ku bi dehên salan hişyarî li ser riska bernameya nukleerî ya Îranê dabû, di vê dawiyê de fermana êrişeke hewayî ya berfireh li ser tesîsên leşkerî yên Îranî da. Hate gotin, êriş di nav şert û mercên herêmî yên guherbar de  ku rê da Îsraîlê ku vê gavê biavêje hat kirin. Rojnameyê bal kişand ser daxuyaniya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî jî ku dibêje "Ji ber ku Îran sozên xwe yên der barê bernameya nukleerî de bi cih neanî ev ferman hate dayîn."

Rojnameyê bi bîr xist ku ev êriş yekser piştî bidawîbûna muhleta ku Trump ji bo lihevkirinê dabû Îranê pêk hat û ev nirxandin kir " Ev yek nîşan dide ku êriş beşek ji planeke mezintir a ji bo vegerandina Îranê li ser maseya dan û standinan di bin şert û mercên hişk de ye. Tevî van hemûyan jî wêneya Netanyahu li hundir tevlihev e nemaze, ji ber darizandinên gendeliyê û rexneyên li ser şerê dirêj ê li Xezayê."

GELO BIRYARA DAWÎN A ŞERÊ LI DIJÎ ÎRANÊ HETIYE DAYIN?

Rojnameya El Quds El Erebî der barê mijarê de nûçeyek bi sernavê " Gelo biryara dawî ya şerê li dijî îranê hetiye dayin?" weşand.

Hate gotin, êrişa Îsraîlê ji operasyoneke leşkerî ya asayî berfirehtir bû, lê beşek ji operasyoneke dirêj bû ku armanc jê jihevxistina kapasîteyên nukleerî û leşkerî yên Îranê bû.

Rojnameyê da zanîn ku  tesîsên girîng, navendên dewlemendkirina uranyumê û cihên leşkerî hatin hedefgirtin û da zanîn ku"Ev yek nîşan dide ku Îsraîlê biryareke stratejîk daye ku rewşeke siyasî ferz bike."

Li gorî rojnameyê, dibe ku ev êriş bibe destpêka hilweşîna vebijarka dîplomatîk a ku ji hêla Trump ve propogandayê ve dihat kirin, her wiha dînamîkek pevçûnek berfirehtir bidin destpêkirin ku di dawiyê de dibe ku DYA’yê jî di nav xwe de bigire.

ÎSRAÎLÊ BERSIVA ÎRANÊ YA ŞEKERE ŞIKAND

Rojnameya El Ereb diyar kir ku tevî gefên dijwan ên Îranê jî lê bersiva Îranê sînordar bû û Îsraîl bi piştevaniya hêzên Amerîkayê karîbû êrişê bişkîne.

Hate gotin, li gorî çavkaniyên Îsraîlî, mûşekên Îranî yên ku li herêmên Îsraîlê, di nav wan de Tel Avîv ketine, ziyaneke mezin nedaye wan, her wiha xuya ye ku bersiva wan eşkere û bi hesab bû.

Rojnameyê diyar kir ku Pasdarên Şoreşê yên Îranê berpirsyariya êrişê girt ser xwe, lê xuya bû ku ew gotinên Îranê tenê gef bû, ne kiryarên pratîk bûn .

Rojnameyê bi domdarî da zanîn ku li ser erdê, serweriya leşkerî ya Îsraîlê careke din derketiye holê, ev diyar dike ku Îran nikare rasterast bi Îsraîlê re şerekî rû bi rû bike bike.

Li gorî her sê rojnameyên navborî, êrişa Îsraîlê guhertineke stratîjîk di pêvajoya dosyaya nukleer ya Îranê de çêkir û eger di rojên pêş de ji aliyê siyasî ve neyê çareserkirin dibe ku rewşa herêmê aloztir bibe û heye ku pevçûnan berfirehtir bike.

(bb-k)