Hejmara kesên ji Lubnanê tên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe

Rêveberiya Xweser pêşwaziya kesên ji ber şerê li Lubnanê tên herêmê, didomîne. Heya niha 19 hezar û 613 kes hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hejmara kesên ji Lubnanê tên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe
15 cotmeh, 2024   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bi bi hezaran kes xwe li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin.

Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, diyar kir ku hejmara kesên ji ber şerê li Lubnanê hatine herêmê bû 19 hezar û 613.

Li gorî maseyê di nava hejmara kesên hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 74 lubnanî û 19 cenaze jî hene.

Kesên malên wan hebin li malên xwe bi cih dibin, hinek li malên xizmên xwe bi cih dibin û yên malên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser cih ji wan re peyda dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz vegera Sûriyeyan ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hêsan dike.

(bb)

ANHA