Rojevên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de û bandora wê ya li ser siyaseta şîeyan.

Rojevên sereke yên rojnameyên erebî
15 cotmeh, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Dawiya şîetiya siyasî li Lubnanê” weşand. Rojnameyê îşaret pê kir ku êrişa Hemasê ya 7ˈê Cotmeha 2023ˈyan a li ser Îsraîlê û piştre êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê diyar kirin ku ev her du bûyer "derewên şîetiya siyasî aşkera kirin û dawiya wê nîşan didin."

Rojnameyê diyar kir ku bi binkeftinên li dû hev ên Hizbullahê û tesfiyekirina fermandarên Pasdarên Îranê li dû hev, xuya dike ku piştgiriya Ereban kêm e.

Rojnameyê kêmbûna piştevaniya cîhana Ereban a bi Filistînê re jî bi 2 sedeman şîrove kir; "Sedema yekê westandin e. Êdî cîhana Ereban ji temaşekirina kuştina filistiniyan ji aliyê Îsraîlê ve westiyaye. Lê sedema sereke ew e ku Ereb êdî bi hêsanî nayên xapandin.”

Li gorî rojnameyê "Piraniya Ereban êdî fêm kir ku dewletên di bin serweriya şîetiya siyasî de, ji ber xizmetên nebaş û gendeliya belav êdî lawaz û bê çare dibin."

‘ŞERÊ LUBNANÊ Û SAZKIRINA TÊGEHÊN NÛ YÊN ŞERÊ BI RÊYA WEKÎLAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku pozbilindiya Îsraîlê û biçûkxistina dijminan, roleke mezin lîst, lê ya herî girîng Îsraîlê xwe spart pergalên parastinê yên teknolojiya nûjen ji bo ku kêmbûna hejmara leşkeran derbas bike.

Li gorî rojnameyê, binkeftina Hizbullahê kêmasiya di ewlehiya neteweyî ya Îranê de aşkera kir û hate gotin: "Dibe ku dijminên Îsraîlê di planên xwe de li hember teknolojiya Îsraîlê bi ser ketin, lê Îsraîlê her carê bi teknolojiyeke pêşketîtir li wan da.”

Rojnameyê da zanîn ku bi van geşedanan dibe ku di şerên bi rêya wekîlan de têgehên nû derkevin û ev nirxandin hatin kirin: "Dema wekîl bi bin bikeve çawa serkêş xwe jê bişo, yan jî çawa wekîl aliyê serkêş bikişîne nav şerekî ku naxwaze. Gelo Îranê xwest bi rêya wekîlan bigihêje hevkêşeya bergiriyê û xwe ji senaryoyên şer re amade nekiriye? Gelo di hesabên mezin de xeletiyek kiriye?”

Li gorî rojnameyê piştî ku Hizbullahê hinekî xwe komî ser hev kir, diyar e di bersivandinê de rêgezeke nû çêdike.

‘BERSIVA ÎSRAÎLÊ Û DEM Û XWEZAYA ARMANCAN’

Rojnameya El Eyn El Ixbariye ku agahiyên xwe ji rayedaran wergirtine, diyar kir ku "Serokwezîrê Îsraîlê Benjemîn Netanyahu DYA agahdar kiriye ku Îsraîl dê êrişî armancên îranî bike. Di nava wan de armancên nukleerî û yên petrolê nîn in."

Rojnameyê bi bîr xist ku mehek ji hilbijartinên DYA’yê re maye lê serokê wê Joe Biden ragihand ku ew piştgiriya derbeya Îsraîlê ya li dijî armancên nukleerî nake.

Rojnameyê li gorî heman çavkaniyan da zanîn ku bersiva Îsraîlê dê baş were nirxandin, ji bo ku "bandorê li hilbijartinan neke û ev helwesta Îsraîlê nîşan dide ku Netanyahu êdî fêm kiriye ku derbe dikare bandorê li hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê bike.”

Hate gotin: "Li gorî çavdêran, êrişa Îsraîlê ya muhtemel li dijî navendên petrolê yên Îranê dê bihayên enerjiyê zêde bike. Êrişa wê ya li ser bernameya lêkolînên nukleerî ya Îranê jî, dê bi xwe re xetên sor ên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ji holê rake ku dê bi xwe re rewşê aloztir bike û rola leşkerî ya DYA’yê bixe xetereyê.”

(şx)