Hejmara 22’yan a kovara Şermola derket

Hejmara 22’yan a kovara Şermola bi dosyaya xwe ya bi navê ‘Muzîk û Şoreş’ derket.

Hejmara 22’yan a kovara Şermola derket
Hejmara 22’yan a kovara Şermola derket
Hejmara 22’yan a kovara Şermola derket
Hejmara 22’yan a kovara Şermola derket
28 hezîran 2024   16:41
NAVENA NÛÇEYAN

Kovara Şermola bi hejmara xwe ya 22’yan derket pêşberî xwînerên xwe. Kovara Şermola wêjeyî û çandî ye û bi kurdî û erebî tê weşandin.

Dosyaya vê hejmara kovarê ‘Muzîk û Şoreş’ e.

Di beşa erebî ya kovarê de dosyayeke taybet li ser nivîskar Fewziya El-Meriî heye. El Meriî beriya demekê koça dawîn kiribû. El Meriî di qada wêjeya jinan de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî roleke sereke bû.