Dewleta dagirker çiyayê Metînayê bombebaran kir: Agir bi erazî ket
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metîna bombebaran kirin. Ji ber êrişê agir bi erazî ket.
![Dewleta dagirker çiyayê Metînayê bombebaran kir: Agir bi erazî ket](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_667eb81bac72f.jpg)
Li gorî nûçeya Rojnewsê beriya niha bi demek kurt balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, çiyayê Metîna ya li navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve bombebaran kir.
Hate zanîn ku ji ber êrişê agirek mezin bi eraziyê ketiye. Der barê ziyanan de agahî nehatin standin.