Li dijî vekirina deriyê Ebû Zendîn xwepêşandan hatin lidarxistin

Şêniyên Babê li dijî vekirina deriyê Ebû Zendîn ê di navbera herêmên hikumeta Şamê û herêmên dagirkirî de xwepêşandan li dar xist

Li dijî vekirina deriyê Ebû Zendîn xwepêşandan hatin lidarxistin
28 hezîran 2024   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Deriyê sînor ê Ebû Zendîn ê li rojhilatê Helebê ku di navbera herêmên hikumeta Şamê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye duh (27 Hezîran) hat vekirin.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku bi dehan şêniyên bajar û gundewarê Babê yê di bin serweriya dewleta Tirk û çeteyên wê de li dijî vekirina deriyê Ebû Zendîn xwepêşandan li dar xistin.

Çavkaniyan gotin, xwepêşandêrên  girtin ser derî û tevahî odeyên wê xirab kirin, xwestin derî were girtin.

(bb)

ANHA