Îsraîl îro 2 caran derbasî nava gundewarê Quneytirayê bû

Hêzên Îsraîlê bi wesayîtên leşkerî îro 2 caran derbasî gundewarê Quneytirayê bû.

Îsraîl îro 2 caran derbasî nava gundewarê Quneytirayê bû
8 gulan, 2025   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê bi 4 wesayîtên leşkerî derbasî gundê Seyda El Hanût ê bi ser sînorê Colanê yê gubdewarê başûr ê Quneytirayê ve, bû. Îro ev cara 2'yemîn e hêzên Îsraîlê derbasî nava xaka Sûriyeyê dibin. Lê tu pevçûn bi kesên li gundê re çênebûn.

Demeke berê ya îro jî, hemwextî gera balafirên şer ên Îsraîlê li asîmanê herêmê, 4 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê derbasî gundê Bîr El Ecem ê gundewarê Quneytirayê bûn.

Di 5'ê Gulanê de 6 erebeyên hêzên Îsraîlê derbasî mezraya Meşîde yê gundê Refîd ê gundewarê Quneytirayê bûn.

Ev demek e hêzên leşkerî yên Îsraîlê derbasî herêmên sînorî yên Sûriyeyê dibin û balafirên wê li asîmanê başûrê Sûriyeyê digerin.

(mh/fr)