Li Bakurê Kurdistanê di mehekê de 6 êrişên dagirkeriyê

Dewleta Tirk a dagiker di Hezîranê de li Êlih, Bedlîs, Gever, Agirî, Wan û Amedê yên Bakurê Kurdistanê 6 êrişên dagirkeriyê kirin.

Li Bakurê Kurdistanê di mehekê de 6 êrişên dagirkeriyê
2 tîrmeh 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li hemberî herêmên Bakurê Kurdistanê berfireh kirine. Di meha Hezîranê de li dijî 6 herêman bi beşdariya bi hezaran leşker, polîs û cerdevanan dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Di van êrişan de ji ber bombebarana balafirên şer, helîkopter û balafirên bêmirov, li gelek herêman şewat derket. Her wiha dewleta Tirk nehişt mudaxele jî li şewatan bê kirin.

Me bîlançoya êrişên dagirkeriyê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê yên 1-30'ê Hezîrana 2024'an derxist.

- Di 6’ê Hezîranê de li bejahiya gundên Dêrxust, Cinezur, Huseynik, Pirik û Panav ên Amedê êrişek çêbû. Li ser rêyên gund û taxan bendên kontrolê danîn.

- Dewleta Tirk a dagirker di 11’ê Hezîranê de li dijî herêma Çiyayê Spîrez û zozanên Horê, Berê Sor û Conî ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor yên navçeya Gever a Colemêrgê lê ne, êrişek da destpêkirin.

- Roja 15’ê Hezîranê, leşkerên Tirk li dijî herêma Masîro ya navçeya Elbak a Wanê, êrişek kir.

- Di 18’ê Hezîranê de êrişa dagirkeriyê ya li bejahiya gundê Xirbêkûr ê herêma Çiyayê Mawa yê bajarê Êlihê heta bejahiya Kercewsê berfireh bû. Li herêmê şeran rû da. Di encama bombebarana balafiran de li herêma Çiyayê Mawa şewat derket û di demeke kurt de agir gihaşt gundê Epşê yê navçeya Mîdyad a Mêrdînê. Dewleta Tirk mudaxaleya li şewatê asteng kir. Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şewat vemirand. Çûn û hatina gelek deverên li herêma Torê ya navçeya Kercewsê heta 3'yê Tîrmehê ji aliyê walîtiya herêmê ve hatin qedexekirin.

- Dewleta Tirk di 18’ê Hezîranê de bi beşdariya hejmareke zêde ya leşker, polîs û cerdevanan li navçeya Bazîd a Agiriyê, herêma Qeta Reş a çiyayê Agiriyê (Gilîdax) û hin herêmên din dest bi êrişê kir. Helîkopter û balafirên şer herêm bombebaran kir.

- Dewleta Tirk roja 20’ê Hezîranê li hemberî herêma Oymakkaya ya li ser sînorê navçeyên Elkê û Qilabanê yên Şirnexê êrişek pêk anî. Herêm ji aliyê balafirên keşfê, balafirên şer û helîkopteran ve hate bombebarankirin. Têketin û derketina welatiyan 20'ê Hezîranê-4'ê Tîrmehê hat qedexekirin. Çûyîn û hatina li gund û zozanên li herêmê hate qedexekirin. Bi sedan polîs, leşker û cerdevan tev li êrişan bûn. Înternet û pêwendiya telefonan asteng kirin. Ji ber bomberbarana balafirên şer li herêmê şewat derket.

- Dewleta Tirk a dagirker 22’yê Hezîranê li ser gundên Sorê, Zêvkan, Xirvate ên Geverê û Xaşkan, Dirişkê, Lêsek û Deravê yên navçeyên Elbakê û her wiha herêmên gundên Soryan, Basan, Bilindbasan, Dêlezî, Geliyê Dêlezî û Geliyê Diriyan ên Geverê êriş kirin.

- Di 22’yê Hezîranê de li gelek deveran êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kirin; gundên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Desta Ovî, Deşta Kaviltîn û Hûzeran ên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sertê. Bi sedan leşker û cerdevan beşdarî êrişê bûn, helîkopteran daristana li herêmê bombebaran kir.

- Çiyayên Gabar û Cûdî di navbera 24’ê Hezîranê û 30’ê Hezîranê de wek “herêma taybet a ewlehiyê” hatin ragihandin. Têketin û derketina gel a li herêmê hat qedexekirin.