Jinên ciwan: Şehîd Zîlan rêya azadî û heqîqetê nîşanî me daye

Jinên ciwan şehîd Zîlan bi bîr anî û got: "Şehîd Zîlan rêya azadî û heqîqetê nînşanî me daye. Em hêz, vîn û moralê xwe ji şehîd Zîlan digirin."

Jinên ciwan: Şehîd Zîlan rêya azadî û heqîqetê nîşanî me daye
1 tîrmeh 2024   12:18
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj û endama Rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Êva Bekir der barê têkoşîn û çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan de ji ajansa me re axivin.

’EM Ê XWEDÎ LI MÎRASEYA ŞEHÎD ZÎLAN DERKEVIN ’

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj di destpêka axaftina xwe de di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn  û  got: "Şehîd Zîlan di sala 1996`an de çalakiya xwe ya fedaî li hemberî dijmin pêk anî. Şehîd Zîlan li hemberî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bêdeng nema, bi çalakiya xwe ya fedaî bû bersiveke herî giran ji dewleta Tirk û hevalbendên wî re. Şehîd Zîlan li tevahî cîhanê bû mînak."

Bêrîtan Roj diyar kir ku dê şopadarên rêya şehîdan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weke jinên ciwan erka me ye ku çawa şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bersiv da dijmin em ê jî heta kêliya dawiyê rêya şehîd Zîlan bişopînin. Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li mîraseya ku şehîd Zîlan ji me re hiştiye derkevin."

’ŞEHÎD ZÎLAN RÊYA AZADÎ Û HEQÎQETÊ NÎŞANÎ ME DAYE’

Endama Rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Êva Bekir anî ziman ku heta jineke pêşeng hebe dê dest ji xeta azadiyê bernede û wiha axivî: "Em ê heta kêliya dawî xwedî li mîraseya şehîdan derkevin. Em vîn û morale xwe ji şehîdên xwe digirin."

Êva Bekir diyar kir ku Yekitiya Jinên Ciwan di salvegera 28’an a şehadeta wê de şehîd Zîlan bi bîr anî û soza domandina xeta wê dan.  Êvar Bekir got: "Şehîd Zîlan rêya azadî û heqîqetê nîşanî me da."

DIRÛŞMA XWE LI SER JIN JIYAN AZADÎ BIDIN MEŞANDIN

Êva di berdewama axaftina xwe de "Şehîd Zîlan rihê fedatiyê di dilê me de çand. Em ê her tim xwedî lê derkevin. Em ê kar û xebatên xwe li ser fikra şehîd Zîlan û bi dirûşma ’Jin Jiyan Azadî’ bimeşînin."

Êva Bekir bal kişand ser çalakiya şehîd Zîlan û got: "Em tu carî çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan ji bîr nakin. Şehîd Zîlan ji bo ku dewletên desthilatdar dest nede Rêberê me ev çalakî li dar xist. Weke her kes dizane şehîd Zîlan şervana salekê bû, di dilê wê de tijî hêz, vîn, têkoşîn û berxwedan bû."

’DIVÊ EM PÎVANÊN ŞEHÎD ZÎLANÊ DI MEJIYÊ HER JINEKÊ DE BIDIN ÇANDIN’

Endama Rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Êva Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê bi rihê fedaî yê şehîd Zîlan kar û xebatên xwe bi hêz û moral bikin. Em ê wê hêz û vîna ku şehîd Zîlan daye me di dilê her jineke ciwan de biçînin. Divê em pîvanên şehîd Zîlan di mêjiyê her jineke ku dilê wê ji bo azadiyê lêdide, biçînin. "

(bb)

ANHA