Heftename: Texmînên sînordar ên civîna New Yorkê û êrişa Dohayê hevkêşeyê diguhere

Li gorî çavdêran, gelek zehmet e ku civîna New Yorkê ya der dare Kampa Holê ku çaverê ye li dar keve, bi encamên berbiçav bi dawî bibe ji ber ku civaka navneteweyî kamp, nexistiye rojeva xwe. Li aliyekî din piştî êrişa Îsraîlê, vebijarkên Hemasê gelek sînordar bûn. Li gorî çavdêran, doza Filistînê di pêvajoyeke gelek hesas de derbas dibe.

Heftename: Texmînên sînordar ên civîna New Yorkê û êrişa Dohayê hevkêşeyê diguhere
14 îlon, 2025   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna New Yorkê ya der barê Kampa Holê de, dûrahî û encamên êrişa Îsraîlê li Dohayê û geşedanên doza Filistnê rojeva rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

ˋGELO DÊ KONFERANSA NEW YORK DI RÛXANDINA “BOMBEYA” KAMPA HOLÊ DE BI SER BIKEVE?ˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser Konfernasa tê payîn di meha pêş de li bajarê New Yorkê, bi armanca nîqaşkirina rûxandina Kampa Holê were lidarxistin. Rojnameyê da zanîn ku ev konferans di demekê de hîn kamp metirsiyê li ser ewlekariya herêmê û bi taybet Iraqê çêdike, pêk tê. Wê konferans di 26’ê Cotmehê de bi serkêşiya hikûmeta Iraqê bi rê ve biçe. Tê gotin dê senavê konferansê “Sûdgirtina ji pirrengiyê di vegera kesan a ji bo welatên wan û darizandina wan de. Ji nû ve perwerdekirina wan û entegrekirina wan di nava civakên wan de” were lidarxistin.

Rojnameyê destnîşan kir ku kamp di bin çavdêriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de ye.  Lê ji aliyê welatên herêmê û bi taybetî Iraqê ve wekî gefek cidî li ser ewlehiya xwe ya neteweyî tê dîtin. Rojnameyê da diyarkirin ku dem hatiye ev dosya ku hîn ji aliyê  navneteweyî ve eleqeya pêwist negirtiye, were çareserkirin.

Li gorî rojnameyê, çavdêr dibêjin ku îhtîmaleke mezin konferans li ser erdê encamên berbiçav bi dest nexe. Ji ber ew li bendê ne encmanameya wê bi pêşniyarên giştî ve sînordar be. Di encamên herî girîng de hilweşandina kampê û vegerandina malbatan bo welatên wan e.

Lêkolîner dibêjin ku civaka navneteweyî doza Kampa Holê nexistiye rêzexebatên xwe yên serek e. Tu misogerî nîne encamên piratîkî û ber bi çav di dema nêzî de pêk werin.

ˋPIŞTÎ ÊRIŞA DIJÎ QETERÊ, ÇI CIHÊN EWLE YÊN SERKIRDEYÊN HEMASÊ HENEˊ

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî siberoja serkirdeyên tevgera Hemasê nivîsek bi sernavê "Piştî êrişa dijî Dohayê çi cihên ewle yên serkirdeyên Hemasê hene" parve kir. Rojnameyê diyar kir ku "Heta vê kêliyê nayê zanîn ku wê serkirdeyên tevgerê li ku bi cih bibin an wê biçin dewletên dîtir, an wê li Qeterê bimînin an jî dibe ku cihekî din ku ewletir dibînin hilbijêrin."

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan destnîşan kir ku hin serkirdeyên tevgerê yên bibandor dibe ku berê xwe bidin dewletên weke Cezaîr an jî Morîtanya.

Rojnameya El Qudis El Erebî jî bal kişand ser bandorên êrişa Îsraîlê li ser paytexta Qeterê Dohayê û ev êriş bi binpêkirina aşkera ya serweriya Qeterê bi nav kir û da zanîn ku bandorê li rûyê wê weke dewleteke aram dike, nexasim jî digel hevbendiya wê ya ewlehî bi DYAˊyê re.

Şîrovekaran jî aşkera kir ku bertekên dijî êrişê dibe ku sînordar bimînin, ji ber ku di navbera hin dewletên Erebî û Îsraîlê de têkiliyên stratejîk hene û hin dewlet jî ji pêkanîna gavên rageşiyê li dijî wê metirsîdar in.

Rojnameyê bal kişand ser şîroveya siyasî ya stratejiya Îsraîlê li herêmê û diyar kir ku "Dibe ku êriş qezencên siyasî yên demkurt bide serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, lê dibe ku qeyd li dijî xwestekên wî yên demdirêj werin danîn. Pêdivî bi helwesteke erebî ya yekgirtî ji bo rûbirûbûna astengiyên herêmî û ferzkirina çareseriyên siyasî ji bo krîza Filistînê heye."

ˋDOZA FILISTÎNÊ DI XETEREYÊ DE YEˊ

Der barê mjara Filistînê de, rojnameya Al Rai ya Urdunê nivîsî û diyar kir ku doza Filistînê di qonaxek pir xeternak re derbas dibe, bi taybet ji ber berdewama polîtîkayên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya Xezayê de, weke serdegirtin, girtin, hilweşandina malan û berfirehkirina wargehan. Ev polîtîka dibin sedema parçekirina erdnîgariya Filistînê û derfeta avakirina dewletek hevgirtî di siberojê de kêm dike.

Rojnameyê wiha nivîsî "Tevahiya cîhanê îro sûcdar e, ji ber ku ew bi çavên xwe dibîne çawa komek nijadperest û tundraw qanûna mirovî ya navneteweyî û biryarên navneteweyî binpê dike, civaka navneteweyî paşguh dike. Ev kiryar dê bê guman bibin sedema zêdebûna alozî û pevçûnê, tevahiya herêmê bixe nav tundiyeke bêdawî û hemû derfetên ji bo pêkanîna aştiyeke dadperwer û berfireh têk bibe. "