Heftename: Şerê desthilatê li Sûriyeyê û astengiyên rûbirûyî Ewropa li Ukraynayê

Di mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa şerê desthilatê yê di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê de ku bandorê li dosyaya Sûriyeyê dike, nezalaliya lihevkirina Misrî-Amerîkayî ji bo Xezayê, zehmetiyên rûbirûyî Ewropayê yên têkildarî Ukraynayê, hat kirin.

Heftename: Şerê desthilatê li Sûriyeyê û astengiyên rûbirûyî Ewropa li Ukraynayê
28 kanûn, 2025   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa şerê di navbera eniyên li herêmê û Sûriyeyê de, rola Tirkiyeyê ya rageşî û dosyayên Xeza û Ukraynayê hatin kirin. 

ˋNÎŞANEYÊN AVAKIRINA ENIYÊN NÛ LI ROJHILATA NAVÎN BANDORÊ LI SÛRIYEYÊ DIKINˊ

Rojnameya El Modon a Elektronîkî diyar kir ku hemwextî serdana şandeya Tirkiyeyê ya ji wezîrên karê derve û parastinê û serokê îstîxbaratê pêk tê ji Şamê re, lidarxistina lûtkeya Yewnanistan, Qubris û Îsraîlê, li Qudisê nîşaneyên avakirina eniyên nû li Rojhilata Navîn in.

Rojnameyê da zanîn ku dosyayên weke QSDˊê û Siwêdayê dibe ku li pêş van nakokiyên mezin ên girêdayî enerjiyê û korîdorên bazirganiyê girîngiya xwe kêm bibin, û ev yek jî wê bi awayekî yekser bandorê li tevger û xîtabên Enqere û Tel Avîvê yên girêdayî Sûriyeyê bikin.

‘ENQERE: LIHEVKIRINA LI SER RAGEŞIYE’

Rojnameya El Exbar ku li ser rageşiya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nivîsî, bi bîr xist ku ev rageşî hemwextî serdana şandeya bilind a Tirk a bi serokatiya wezîrê karên derve Hakan Fîdan a li Şamê çêbû. Hate diyarkirin ku pevçûnên li her du taxan, nîşana aloziyeke siyasî û ewlehî ye ku aliyê meydanî derbas dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku rageşî hemwextî civîna li qesra serokatiyê ya li Şamê ya di navbera serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri û wezîrê wî yê karên derve Esed El Şeybanî bi wezîrê karên derve, wezîrê parastinê û serokê îstîxbrata Tirk re hatin kirin.

‘LIHEVHATINA MISIR-AMERÎKAYÊ LI SER JI NÛ VE AVAKIRINA XEZAYÊ: NEZELALÎ Û TUNEBÛNA HURGILIYAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî jî diyar kir ku lihevkirina Misir- Amerîkayê li ser destpêkirina plana ji nû ve avakirina Xezayê hîna ne zelal e û hurgilî jî nîn in û wiha nivîsand: "Her yek seriyekî dikişîne; Misir dixwaze bêyî koçberkirinê ji nû ve avakirineke giştî pêk were, lê diyar e seriyê ku Amerîka dikişîne hemahengî pêşniyara Îsraîlê ye; avakirina qismî bi şertê bêçekkirina Hemasê ve girê dide.”

Rojnameyê da zanîn ku Qahîre û Washingtonê li hev kiriye ku şêwiran bi hevkarên xwe re bidomînin, lê dema diyarkirina kongreya ji nû ve avakirinê diyar nekir, tevî ku di Lûtkeya Erebî ya awarte de li ser plana 5 salan a bi lêçûna 53 milyar dolarî lihevkirin çêbûbû.

Rojnameyê bal kişand ser raporên rojavayî yên li ser hewldanên Amerîkî ji bo lidarxistina konferanseke navneteweyî di demek nêzîk de, di heman demê de pisporan pêşbîn kir ku rêbaza Misirê ya herî nêzîk ji bo pejirandina herêmî û navneteweyî ye.

‘YEKITIYA EWROPAYÊ Û PIRSA ÇARESERIYÊ LI UKRAYNAYÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî jî diyar kir ku Yekitiya Ewropayê (YE) bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye ku rola wê di pêvajoya çareseriya Ukraynayê de asteng dikin. Li gorî rojnameyê ji van pirsgirêkên bingehîn; nebûna yekitiya siyasî di navbera dewletên endamên wê de, girêdayîbûna ewlehî û leşkerî ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re jî wek pirsgirêkeke din derdikeve pêş, ji ber ku YE ji navbeynkareke serbixwe wêdetir, di pozîsyoneke bindest de dimîne.

Rojnameyê her wiha diyar kir: “Bêzelaliya stratejîk a li dora armancên çareseriyê bandoreke neyînî li ser Ewropayê dike û pêbaweriya însiyatîfên wê sînordar dike, di heman demê de zextên navxweyî yên aborî û civakî bandorê li ser asta piştgiriya siyasî û gel ji bo Ukraynayê dikin. Her wiha têkiliya bi Rûsyayê re ku dijmineke stratejîk e, her ku diçe aloztir dibe. Ev yek jî dan û standinên bi wê re ji hêla siyasî û exlaqî ve pir hesas dike û şiyana manewrayê ya Ewropayê ya ji bo lihevkirinan kêm dike.”