ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2025
28 kanûn, 2025   02:00

Senherîb Bersûm diyar kir ku tiştên di sala piştî hilweşîna rejîma Baasê de li Sûriyeyê qewimîne armancên şoreşê bi dest nexistin û got nebûna beşdarbûnê û yekdestdariya desthilatê bûye sedema krîzên navxweyî û binpêkirinên mezin li dijî civakên cuda. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîrên kantona Tebqayê diyar kirin ku jiholêrakirina ramanên tundraw, ku ji civaka Sûriyeyê re xerîb e, bi jiholêrakirina sedemên wê ve girêdayî ye, di serî de nezanî û zimanê nefretê. Rewşenbîran bal kişandin ser rola civaka sivîl li hember ramanên tundraw. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya têkçûna siyasetên aborî û rêveberî yên hilberîna xwecihî de, li kargeha dezî ya pemobo ya Hemayê zêdetirî 300 karkerên mêr û jin bi darê zorê bê mûçe kar dikin û mafên wan ên jiyanê hatine binpêkirin.

Berdevkê Desteya Şêwirmendiyê ya şêniyên kantonên Reqa û Tebqayê ya ji bo piştgiriya Komîteya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Nûr El Dîb diyar kir ku deste pabendî çareseriyeke aştiyane bo krîza Sûriyeyê ye û daxwaza rêveberiyeke hevbeş a piralî dike ku dawî li desthilatdariya yekalî bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Xebatên çand, huner û wêjeyê bi 32 klîp, 2 berhemên amûrjenî, 3 belgefîlm, 12 berhemên dengbêjiyê, 12 stran, 5 xebatên wêjeyî, 23 mîhrîcan, 5 pêşangehên hunerî, 3 pirtûkxane, 2 bernameyên perwerdeyê û çapkirina sedan pirtûkan li herêmên xweser rengê xwe da sala 2025’an. BI WÊNE Û DÎMEN

Di mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa şerê desthilatê yê di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê de ku bandorê li dosyaya Sûriyeyê dike, nezalaliya lihevkirina Misrî-Amerîkayî ji bo Xezayê, zehmetiyên rûbirûyî Ewropayê yên têkildarî Ukraynayê, hat kirin.

Xelkê bajarê Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSDˊê şehîd Orhan Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dicle yê Kobanê defin dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li hola Meclisa Bajarê Amûdê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma "Bi hevaltiya komînal, bi Rêber Apo re bijî" Konferansa Jin û Rêbertî li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişloyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelên bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Hol, Şedadê, Til Birakê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo li bajarê Hesekê meşekê li dar dixin, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şahiya belavkirina bawernameyên wênekêşiyê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN