Heftename: PDK destûrê dide dewleta Tirk da ku destwerdanê li Kerkûkê bike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih dan aloziya avakirina hikumeta xwecih Ii Kerkûkê, serdana wezîrê karên derve ya Iraqê ya li Washingtonê û şerê li Sûdanê.

Heftename: PDK destûrê dide dewleta Tirk da ku destwerdanê li Kerkûkê bike
31 adar, 2024   02:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî aloziya avakirina hikumeteke xwecih li parêzgeha Kerkûkê nûçeyek bi sernavê "Nêrîna Tirkiyeyê li ser hewldanên avakirina hikumetê li Kerkûkê serwer e" weşand. Di nûçeyê de hate gotin, "Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo ku rêveberiya parêzgeha Kerkûkê bi dest bixe, li hember hevrikên xwe, bi taybet Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) tevahî vebijarkan bi kar tîne û rê li pêşiya Tirkiyeyê vedike ji bo ku dest di rêveberiya parêzgehê werde."

Rojnameyê bal kişand ser rêgeza ku pêkhateyên Kerkûkê li ser li hev kiriye ku carê pêkhateyek hikumeta parêzgehê bi rê ve bibe, Kurdan heta 2017`an Kerkûk bi rê ve bir, dûre pêkhateya Ereb û li gorî wê rêgezê êdî dora pêkhateya Tirkmen e, mîna ku wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêşniyar kiriye.

Li gorî rojnameyê, Enqere ji vê pêşniyarê armanc dike hevalbendên xwe yên Tirkmen xurt bike, ji ber ku Tirkiye dixwaze parêzgeha bi petrolê dewlemend û xwedî girîngiyeke stratejîk, kontrol bike.

‘EL SÛDANÎ AMADEKARIYÊN SERDANA WASHINGTONÊ DIKE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanê dê 15’ê Nîsanê serdana Washingtonê bike. Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên nêzî hikumeta Iraqê wergirtine, ev agahî da: "Serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî ya ji bo Washingtonê ku biryare 15’ê Nîsana bê pêk were, bi gelek dosyayên ku komî ser hev bûne dagirtî ye. Ji wan dosyayan; hebûna DYA’ê ya li Iraqê, cezayên ku Washingtonê li bankên Iraqê birî ne, operasyonên ku Muqawme li dijî baregehên DYA’yê, her wiha pereyên cemidî yên îranî yên di bankên bazirganiyê yên iraqî."

Li gorî çavkaniyan "Mîna vê serdana îstîsa wê bêyî peyamên îranî yên li ser asta dosyaya nukleerî, hewlesta Îranê ji bûyerên li Xezayê û gefên wê yên li ser ketiyên DYA’yê yên li Deryaya Sor derbas nebe. Ji ber vê yekê El Sûdanî hewl dide têkiliyek dualî ya dûrî aloziyan ava bike."

’JI BO RAWESTANDINA ŞERÊ LI SÛDANÊ HEWLDANÊN NÛ’

Rojnameya El Beyan têkildarî hewldanên rawestandina şerê li Sûdanê nûçeyek weşand. Hate gotin, hemwextî gurbûna şer li paytexta Sûdanê Xertûmê û gelek deverên li rojavayê Sûdanê, şandeya Mekanîzmeya Payebilind a Afrîkayê ya taybet ji bo Sûdanê ya girêdayî Yekitiya Afrîkayê ye, dan û standinên nû bi fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan re çêkirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan da zanîn ku "Şandeyê serdana Bûrtsûdanê kiriye, ji ber ku rêxistina afrîkî êdî di wê baweriyê de ye ku tenê bi agirbestê û destpêkirina dan û standinan, bicihanîna biryarên Lûtkeya Igad a yekemîn û duyemîn dê aloziya Sûdanê bi dawî bibe."