Sembola têkoşîna Kurdistanê: Qazî Mihemed

Qazî Mihemed di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng û sereke ye. Komara Kurdistanê ku ji aliyê Qazî Mihemed ve hatibû avakirin, mîras û ronahiya di rêwîtiya têkoşîna gelê Kurd de ye.

Sembola têkoşîna Kurdistanê: Qazî Mihemed
31 adar, 2024   03:35
KOBANÊ
ZANE SEYDÎ

Bi bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn sala 1945’an re, nexşeyên jeosiyasî yên Rojhilata Navîn diyar bûn. Dewletên (Hevpeymanî) ku di vî şerî de bi serketin, herêmên hegemonyays dewletên hevalbendên Almanyaya Nazî di serî de Îranê li hev parve kirin. Êdî başûrê Îranê ket bin serweriya Brîtanyayê û bakurê rojavayê welat, bi taybet Rojhilatê Kudistanê ku di bin kontrola hêzên Îranê de bû, ket bin hegemonyaya Sovyetê.

Komara Kurdistanê ya Mehabadê ku sala 1946’an bi pêşengiya Qazî Mihemed hat avakirin, di dîroka neteweya Kurd de xwedî roleke sereke ye. Bi damezirandina komarê re hestê neteweyî yê gelê Kurd pêşket û di  xeta têkoşînê ya Kurdan de bû bingehek.

Qazî Mihemed sala 1900’ê li bajarê Mehabadê di nava malbateke kurdperwer, xwedî çandeke dirûst ji rewşa siyasî û civakî de mezin bû. Qazî ku xwendina xwe ya olî li Mehabadê qedand, li gel zimanê dayikê (kurdî) zimanên din wekî farisî, tirkî, erebî, fransî û ingilîzî fêr bûbû. Qazî Mihemed li hemberî xizantî û nezaniye şer dikir û ji bo belavkirina çandê tê dikoşiya, nezanî wekî serdema sereke ya êş û komkujiyên li ser Kurdan şîrove dikir.

Qazî Mihemed cihê xwe di komeleya Xwebûn a sala 1927’an hatibû avakirin, girt. Di destpêka sala 1944’an de bi hin hevalên xwe re Partiya Demokrat a Kurdistanê ava kir. Ji armancên sereke yên vê partiyê jiyana hevbeş a di navbera gelan de û dewleta Îranê veguherîne dewleteke nenavendî ya demokratîk.

22’yê Çileya 1946’an de, Qazî Mihemed cara ewil ala kurdî li Meydana Çarçira ku mezintirîn qad li bajarê Mehabadê ye hilda û avakirina Komara Mehabatê ragihand. Ragihandina avakirina Komara Mehabatê ku serokê wê Qazî Mihemed bû bi beşdariya şandeyên Kurdistanê yên ji deverên cûda pêk hat.

Ji Tehranê bigire heta Enqere, Brîtanya û Azerbeycanê, komara Mehabadê wekî xetereyê li ser xwe dîtin. Li ser vê yekê hewl dan wê tev li desthilata xwe bikin.

Ruxmî ku Qazî Mihemed gelek caran banga diyalogan li Tehranê kir, lê Îran bang bi temamî red kir. Tehran beriya ku êrişî Komara Mehabatê bike, bi serokatiya Şah Mihemed Riza El Behlewî yê ji aliyê rojava ve tê destekkirin, ambargoyeke aborî, leşkerî û debarê ya giran li ser komarê danî. Li aliyê din desteka manewî û siyasî ya ji Sovyet a ji bo kêmneteweyên li Îranê kêm bû û di encama bazarên bi dewletên hevalbend re Sovyet di dawiya sala 1946’an de ji bakurê Îranê vekişiya. 

15’ê Kanûna 1946’an de hêzên Îranê êrişî Komara Mehabadê kir, li hemberî êrişê berxwedanek hat nîşandan. Hêzên Îranê Qazî Mihemed û gelek rayedarên komarê girtin û cezayê darvekirinê li wan birî. Qazî Mihemed di 31’ê Adara 1947’an de li Meydana Çarçira bi dar ve kir û Komara Mehebatê ku 11 mehan dewam kir, hat tunekirin.

Dema darvekirina Qazî Mihemed, celadan xwestin çavê wî bigirin, lê qebûl nekir û got: "Ez şerm nakim ku hûn çavê min li pêşiya gel û welatê min ê ezîz girêdin. Ez dixwazin heta kêliya dawî ya jiyana xwe li welatê xwe yên bedew û ezîz binêrim."

Komara Mehabadê bû qurbana berjewendiyên siyasî, leşkerî û aborî yên hêzên navneteweyî yên ku li ser tunekirina wê li hev kiribûn. Di encama zextên Brîtanya û DYA’yê, Sovyetan ji bakurê Îranê vekişiyan û komara nû li hemberî artêşa Îranê ya desteka xwe ji rojava digirtin rû bi rû hişt.

Piştî 77 salan, komarê gelek destkefttiyên mezin di bîrdanka dîrokê de hiştin, weke bikaranîna zimanê Kurdî di warê perwerde û ragihandinê de, rê da jinan beşdarî jiyana siyasî û çandî bibin, her wiha bilindkirina alekê ku nûnertiya gelê Kurd bike, navê ’Pêşmerge’ li  artêşa parastina komarê kir, ku  ew artêş cihê serbilindî û şanaziyê welatiyên komarê bû.

Komara Mehabadê di tevegera serxwebûna Kurdan de qonaxeke sereke ye. Ruxmî ku komar demeke dirêj dewam nekir, lê mîrasa wê hîna di civaka Kurdan de heye.

(bb)

ANHA