Heftename: Parvekirina hegemonye li Sûriyeyê û lûtkeya Dohayê lawaziya vebijarkên erebî rave dikin

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de, hate diyarkirin ku başûrê Sûriyeyê bûye qada jinûve parvekirina serweriyê ku li ser masaya navneteweyî tê nîqaşkirin. Her wiha civîna li Dohayê wekî "ezmûnekê ji bo yekitiya Ereb-îslamî û hêza wan a bersivandina bibandor a li hember binpêkirinên Îsraîlê" hatin nirxandin.

Heftename: Parvekirina hegemonye li Sûriyeyê û lûtkeya Dohayê lawaziya vebijarkên erebî rave dikin
21 îlon, 2025   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Geşedanên li Rojhilata Navîn û dosya Sûriye-Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî di hefteya borî de bûn.

BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ… ENIYEKE GÛR E LI SER RÊYA PARVEKIRINA NÛ YA HEGEMONYÊ

Rojnameya El Nehar a Lubnanê bi sernavê "Ber bi rêkeftineke ewlehî ya Sûriye-Îsraîlê ve" nivîsek parve kir. Rojnameyê diyar kir ku êdî başûrê Sûriyeyê qada jinûve parvekirina serweriyê ye ku li ser maseya navneteweyî tê nîqaşkirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku serdana wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şîbanî ji Washingtonê re û hevdîtina bi berpirsên Amerîka û Îsraîlê re nîşaneya derketina dosyayê ji xeleka agahiyên nepen ber bi aşkerabûnê ve çêkir.

Rojnameyê aşkera kir ku Îsraîl di tevgerên xwe de hewl dide beriya lihevkirinê aliyê meydanî tesbît bike; ji herêmên Quneytîrayê bigire heta bi Dera û Cebel El Şêx.

‘ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ Û ENCAMÊN WÊ’

Rojnameya El Eyyam a Filistînê destnîşan kir ku civîna li Dohayê ezmûnek bû ji bo yekitiya Ereb-îslamî û hêza wan a bersivdayîna bibandor a li dijî binpêkirinên Îsraîlê. Rojnameyê diyar kir ku cîhana Ereban bi dirûşma "Qeter çi biryarê bide em pê re ne" yekgirtî xuya bû. Lê li hember êrişa Îsraîlê bersiveke pratîk a bihêz pêk nehat, bersiv tenê şermezarkirinên devkî bûn, bêyî ku tedbîrên astengkirinê werin girtin.

Rojnameyê da zanîn ku girîng e şermezarkirinên siyasî veguherin gavên pratîk ên bibandor ji bo parastina serwerî û ewlehiya herêmê û pêşîgirtina êrişan.

 ‘SIBEROJA ROJHILATA NAVÎN: TUNDRAWÎ KRÎZAN KÛR DIKE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser aloziyên li herêmê û diyar kir ku Rojhilata Navîn bi dehan salan di pêvajoyeke xerab a nakokiyên îdeolojîk, siyasî û mezhebî de dijî, bûye sedema derketina rewşeke aloz ku rê li ber aramiyê digire. Rojnameyê da zanîn ku tundrawî egera herî berbiçav a kûrkirina krîzan e.

Rojnameyê nivîsî ku komên tundraw ên wekî Hemas, Hizbullah û Hûsiyan ji bo gelên xwe tu çareseriyan pêşkêş nakin. Ew êş û azarê bi kar tînin da ku desthilata xwe xurt bikin, dozên dadmend vediguherînin alaveke dan û standinê ji bo piştgirên xwe yên herêmî, bi taybetî Îranê. Di dawiyê de, welatî dibin qurbanî, ji ewlehî, aramî û pêşveçûnê bê par dimînin û dewlet tê dizîn û li derveyî berjewendiya neteweyî tê bikaranîn.