‘Azadiya Rêper Apo mifteya avakirina civakekê ye ku tê de cudakarî û zilm tune ne’

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku azadiya Rêber Adullah Ocalan kilîda aştî û jiyana hevbeş e. Şêniyan bang li hêzên navneteweyî kir ku tecrîda li dijî wî bi dawî bikin da ku rola xwe di pêkanîna demokasî û edaletê de pêk bîne.

‘Azadiya Rêper Apo mifteya avakirina civakekê ye ku tê de cudakarî û zilm tune ne’
21 îlon, 2025   02:35
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan destpêka pêvajoyeke nû ya aştî û aramiya herêmê ye.

Elîf Mihemed a ji Tebqayê bi bîr xist ku gelên Rojhilata Navîn bi sedên salan koletî û pişaftin jiyan û got, pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Abdullah dest pê kiriye, bûye bersiva wê serdema tarî ya koletiya çandî, ramyarî û siyasî. Elîfê got: “Rêber Abdullah Ocalan, ji zindana Îmraliyê, ku di nav girtîgehên herî xirab ên cîhanê de ye, bi îradeya xwe karibû van têgihiştinên şaş bişikîne û bingehên aştî û rastiyê deyne."

Elîfê wiha dewam ki: "Armanca vê pêvajoyê ew e ku mozaîka Rojhilata Navîn vegerîn rastiya wê, hemû gelên azadîxwaz bike yek, da ku her gel bikaribe bi zimanê xwe biaxive, çanda xwe bi kar bîne û nasnameya xwe bi dest bixe.”

Ji koçberên Efrînê Arif Sîdo ku li kantona Tebqayê dijî, diyar kir "Rêber Abdullah Ocalan tevî tecrîda giran a berdewam jî, projeyek gitîng ji bo aştî û civakeke demokratîk pêşkêş kir.” Sîdo da zanîn ku zagonên navneteweyî, bi taybet yên Neteweyên Yekbûyî, ji girtiyên ji 70 salî mezintir "mafê hêviyê" didin ku li gorî wê divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî were berdan.

Sîdo wiha dewam kir: "Şêniyên Tebqa û Efrînê dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe û zext li dewleta Tirk were kirin, da ku rê li ber serkeftina projeya aştiyê vebe."

Ji şêniyên Tebqayê Emîne Silêman diyar kir "azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya azadiya jinan û civakê bi tevahî, û peyama wî qonaxa dawî ya ber bi avakirina aştî û civakek demokratîk.”

Emîneyê ev li gotnên xwe zêde kir: "Gula aştiyê ya ku Rêber Apo pêşkêş kir û peyama wî ji bo aştiyê ji gelan re, bû ronahiyek ji bo gelên Kurd, Ereb, Suryan û hemî pêkhateyên din.”

Emîna gotina xwe wiha bi dawî kir: "Jin, bi taybetî dayikên şehîdan û dayikên aştiyê, îro dengê xwe bilind dikin û azadiya Rêber Apo bixwazin, ji ber ku azadiya wî mifteya avakirina civakekê ye ku tê de cihê cudakarî û zilmê tune ye.”

(k)

ANHA