Heftename: Krîzên hundirîn Şamê ber bi Moskovê ve dibin û Lubnanê di qonaxek hesas de ye

Çavdêran diyar kir ku pêşketina têkiliyên Şam û Rûsyayê bi tevgera Îsraîlê li Sûriyeyê û tunebûna çareseriyên niştimanî ve girêdayî ye. Lubnan jî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe nexasim ku gefên Amerîka û Îsraîlê zêde bûne. Hemwextî wê jî Trump hewl dide peymana Xezayê bi ser bixe.

Heftename: Krîzên hundirîn Şamê ber bi Moskovê ve dibin û Lubnanê di qonaxek hesas de ye
26 cotmeh, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa têkiliyên di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Rûsyayê, rewşa Lubnanê û peymana Xezayê kir.

Di hefteya borî de têkiliyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi Rûsyayê re, rewşa Lubnanê û peymana Xezayê bibûn rojeva rojnameyên Erebî.

DI NAVBERA ŞAM Û MOSKOVÊ DE.. ÎSRAÎL HER TIM HEYE

Rojnameya El Ereb diyar kir ku têkiliyên di navbera Moskow û Şamê de, ji ber berjewendiyên berfireh ên Rûsyayê li Sûriyeyê, di nav de baregehên wê yên Himêmîm û Tartusê de, ji nû ve diguherin, lê niyeta Moskovê ya vekişîna ji welat, ligel guhertina rejîma desthilat jî nîn e.

Rojnameyê nivîsî ku şopînerên rewşa Sûriyeyê hişyarî ji nêzîkatiye Rûsyayê da, nexasim ku helwesteke zelal a serokê Amerîkayê Donald Trump nehatiye diyarkirin û helwesta Ewropayê ya redkirina şerê Rûsya li Ukraynayê.

Rojnameyê destnîşan kir ku serokê Sûriyeyê Ehmed Şeri rola Moskovê ya di şerê ku rejîma berê bi piştgiriya Îranê dide meşandin de, paşguh kiriye. Balafirên Rûsyayê di parastina perava Sûriyeyê de di 2015ˋan de roleke teware lîst. Li gorî çavkaniyan ji rojnameyê re aşkera kiriye, serdana El Şeri ji Moskovê re bêyî peywendiya Tirkiyeyê pêk nedihat, ew jî bi saya têkiliyên baş ên Erdogan û Putin e.

Di rojnameyê de hat diyarkirin ku di têkiliyên Şam û Moskovê de Îsraîl her amade ye û egera zêdebûna hebûna wê di dema pêş de zêde ye, ew jî bi sedema krîzbûna rewşa Sûriyeyê û tunebûna berjewendiyên niştimanî yên di navbera pêkhateyên siyasî de ye.

LUBNAN DI QONAXEKE HESTIYAR DE YE

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser rewşa Lubnanê di vê qonaxa hesas de û diyar kir ku: “Gefên DYA û Îsraîlê zêde bûne. Daxuyaniyên nûnerê DYA’yê Thomas Barrack ‘gefeke veşartî’ li dijî Lubnanê ye. Bi taybet gotina wî ya dibêje “Îsraîl bi tena serê xwe tev bigere’ wê demê heke Hizbullah xwe bê çek neke, dê encamên gelekî dijwar derkevin.”

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku Thomas Barrack li ser X’ê peyamek belav kiriye û tê de nîşan daye ku DYA li dijî tevgereke leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Lubnanê dernakeve û bêçekkirina Hizbullahê ji Îsraîlê re tê wateya parastina sînorê xwe yê bakur.

Rojnameya El Xelîc diyar kir ku ev gefên Barrack hemwextî tetbîqatên leşkerî yên berfireh in ku artêşa Îsraîlê li ser sînorê xwe yê bakur pêk anî. Tê gotin ku ev tetbîqata artêşa Îsraîlê piştî êrişa 7’ê Cotmeha 2013’yan ya Hemasê ya li dijî Îsraîlê, ya herî mezin e. Tûgaya 91’an a girêdayî fermandariya bakur pêk anî. Îsraîl bi vê tetbîqatê hêza êriş û parastinê ya tûgaya xwe Ii ber êrişên muhtemel diceribîne.

Rojnameyê da diyarkirin ku DYA û Îsraîl hewl didin “plana stûxwarkirinê” ya nû li herêmê ferz bikin, bi taybet dema hin alî şertên Îsraîlê û plana aştiyê ya DYA’yê red dikin. Rojnameyê diyar kir ku DYA dixwaze Hizbullah çekên xwe deyne, bêyî ji Îsraîlê bixwaze pabendî biryara 1701’an a têkildarî agirbestê bibe. Ev biryar di Mijdara sala 2025’an de hate îmzekirin. Di naveroka wê de tê gotin; divê Îsraîl ji 5 deverên xaka Lubnanê hêzên xwe vekşîne. Îsraîl jî di pêkanenîna biryarê de bi israr e. Ji ber ku DYA û Fransa zextê li Îsraîlê nakin ku pabendî biryarê bin.

‘SEROKÊ DYA’YÊ JI PEYMANA XEZAYÊ BI FIKAR E’

Rojnameya El Beyan diyar kir: "Serdana Steve Witkoff û Jared Kushner bo Îsraîlê û mayîna wan li herêmê heta ku qonaxa yekem a plana Trump aram bibe û veguhastina bo qonaxa duyemîn misoger bibe, xwesteka bingehîn a serokê DYA’yê ye."

Rojnameyê destnîşan kir ku baweriya serok Donald Trump bi dilsozî û jêhatîbûna Witkoff û Kushner faktoreke sereke di "mudaxeleya rizgarkirinê" de ye, ji ber vê baweriyê jî Trump ev gav avêt.

Rojnameyê diyar kir ku 4 mijarên sereke Trump ji Witkoff û Kushner dixwaze û ev tişt wiha rêz kirin: "Ya yekemîn; divê Hemas radestkirin û vegerandina cenazeyên mayî bo Îsraîlê temam bike. Ya duyemîn; divê Îsraîl pabendî agirbestê be û rê bide alîkariya mirovî ya bo Xezayê bi mîqdara pêwîst û bi rêk û pêk. Ya sêyemîn; divê Hemas jî li gorî peymana agirbestê tev bigire. Ya çaremîn; divê dan û standin ji bo qonaxa sêyemîn dest pê bikin ku ji amadekariyên rêveberiya Xezayê, radestkirina çekan ji aliyê Hemasê ve û hêza nû ya ewlehiyê ya navneteweyî pêk tê.”

(mh)