Hizbullah: Çekên me temsîla hêz û serweriya Lubnanê dikin

Hizbullah danîna çekan red kir û diyar kir ku ew "Ji bo welat û serweriya wê hêz e".

Hizbullah: Çekên me temsîla hêz û serweriya Lubnanê dikin
25 cotmeh, 2025   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Meclisa Siyasî ya Hizbullah Mehmûd Qematî ragihand ku Hizbullah çekan danayne û got, "Tevger çekên xwe teslîm nake, ji ber ku temsîla hêz û serweriya Lubnanê dikin."

Qematî da zanîn ku Îsraîl rojane êrişî Lubnanê dike û zextên Amerîka û Ewropayê bandorê li wan nake û ew jî çekên xwe radest nakin.

Qematî bal kişand ser biryara navneteweyî ya 1701ˊan û diyar kir ku "Hizbullan pabenîd biryarê ye, lê Îsraîlê pabendê nebûye. Lê ruxmî ev peyman bi navbeynkariya Amerîka-Fransayê pêk hat, lê wan li dijmin ferz bikira ku kiryarên dijminane rawestîne."

Girêdayî wê, rojnameya "Le Figaro" ya Fransayê di raporekê de da zanîn ku Hizbullah êdî di bin erdê de dixebite ku hêzên xwe yên leşkerî û fermandariya xwe ji nû ve bi awayekî dizî saz dike.

Hikumeta Lubnanê di Tebaxa borî de ji bo bêçekkirina Hizbullah planeke ku ji 5 qonaxan pêk tê, amade kiribû. Ev jî ji aliyê Hizbullah ve hat redkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îsraîl ji bo bêçekkirina Hizbullah bi îsrar e û diyar kiriye ku eger Hizbullah vê yekê neke ew ê êrişên nû li dijî Lubnanê pêk bîne.

(mh/fr)