Heftename: Civîna Şam-Enqere hîna temam nebûye û Hizbullah bi fikare bê paşguhkirin

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de, helwesta Hizbulalh ji danûstandina agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de û encamên hilbijartinên Fransa û Brîtanyayê kirin.

Heftename: Civîna Şam-Enqere hîna temam nebûye û Hizbullah bi fikare bê paşguhkirin
7 tîrmeh 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

KOMÎTEYA PEYWENDIYÊN EREBÎ YA TAYBET A SÛRIYEYÊ CAREKE DIN DERDIKEVE PÊŞ

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê li ser têkiliyên Şamê yên bi welatên Ereban re nûçeyek weşand.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke dîplomatîk a erebî wergirtine, civînên komîteyê dê di demeke nêzîk de careke din dest pê bikin, lê dema lidarxistin civînan nehat diyarkirin.

Hat destnîşankirin ku aliyên erebî yên cihê xwe di komîteyê de digirin, li hev kirin ku di demeke nêzîk de bicivin. Hate gotin, dibe civîna komîteyê li paytexta Iraqê Bexdayê be.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku sedema hiştibû civînên komîteyê werin taloqkirin, şerê li Xezayê ye û wiha hate gotin: "Di demên dawîn de hewldanên dîplomatîk ên Ereban ên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xebatên komîteyê zêde bûn. Di encama van hewldanan de tevahî aliyan li hev kir ku di demeke nêzîk de civîna duyemîn pêk were. Aliyên erebî pir bi israr in ku civîna komîteyê di demeke nêzîk de pêk were."

HIZBULLAH BI FIKAR E KU LI DERVEYÎ LIHEVKIRINA AGIRBESTÊ BE

Rojnameyê El Ereb diyar kir ku nîşaneyên lihevkirina Hemas û Îsraîlê zêde dibin û li hember vê jî Hizbullah bi fikar e ku ji lihevkirina bi navbeynkariya hêzên herêmî û amerîkiyan çêdibe, were paşguhkirin û rûbirûyî şerê bi Îsraîlê re bimîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Hemas spasiya Hizbullahê dike û hewl dide bi awayekî nerasterast be jî, wê tev li dan û standinên agirbestê bike. Ji ber wê Hemas bersiva xwe li ser pêşniyarên navbeynkarên misrî û qeterî dereng dixe. Ji lew re saziyên filistînî tevgerê tawanbar dikin ku berjewendiyên Hizbullahê di ser êş û giyanê filistiniyan re digirin. Di heman demê de têkildarî qebûlkirina tevgerê, însiyatîfa serokê DYA’yê Joe Biden piştî mehekê gelek pirs çêkirin.

Rojnameyê cih da nirxandina hin çavdêran ku Hizbullah bi tena serê xwe tev nagere, teqez bi erêkirina Îranê li Dohayê bi Hemasê re dicive, ji bo ku agirbest pêk were û di şerê li dijî Îsraîlê de bi tenê nemîne.

BEROVAJÎ EWROPAYÊ ÇIMA BRÎTANYAYÊ BERÊ XWE DA KARKERAN?

Malpera El Hura bal kişand ser encamên hilbijartinên Brîtanyayê ku hilbijêran dengê xwe da Partiya Karkeran ku di encamê de piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xistin û dawî li serdema Partiya Muhafezekeran anî ku 14 sal bû li ser desthilatê bû. Hemwextî wê rastgirên tund li Ewropayê serwer bûn.

Malperê nûçeya xwe li ser raporeke CNN’a amerîkî amade kir ku encamên hilbijartinan, bi hilbijartinên Ewropayê ve girêdayî ne, piştî ku hilbijêran dengê xwe dan partiyên rastgir.

Malperê bi bîr xist ku vê hefteyê li Hollandayê, hikumeteke rastgir a tund hate avakirin, dê li Îtalyayê jî hikumeta wisa bê avakirin.

Di rapora malpera El Hura de, sedemên gihaştina rastgirên tund a ser desthilatê hatine bibîrxistin ku girêdayî paşketina aboriyê ye, zêdebûna rêjeya koçberiyê, bihabûna enerjiyê û ji ber vê yekê gelek kes loman ji Yekitiya Ewropayê û siyasetên wê dike.