Di rewşên zehmet ên koçberiyê de asta yekem wergirt

Li kêlek rewşên koçberiyê yên zehemet, xwest ku di wergirtina bawernameya zanistî de li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn be.

Di rewşên zehmet ên koçberiyê de asta yekem wergirt
Di rewşên zehmet ên koçberiyê de asta yekem wergirt
Di rewşên zehmet ên koçberiyê de asta yekem wergirt
Di rewşên zehmet ên koçberiyê de asta yekem wergirt
7 tîrmeh, 2024   06:17
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2019ˊan de Serêkaniyê dagir kir bi hezaran xelkê wê koçber bûn û li kampên Rêveberiya Xweser ava kirine bi cih bûn. Ji wan kampan kampa Serêkaniyê ye. Edle El Hemdoş û malbata wê ji nava koçberên di bin konan de dijîn.

Edle xwendina xwe ya navîn, piştî bajarê wê Serêkaniyê hat dagirkirin, li Hesekê bi dawî kir.

Hezkirina xwe ji zanistê re û hêviya xwe ya mezin ku bibe bijîşk, hişt ku xwendina xwe bi israr dewam bike. Mîna her ciwanekî/ê di kampê û derveyî wê de xwendina bingehekê dibînin.

Edle tev li dibistana kampê bû ku xwendina xwe temam bike. Li binê konekî ku nîşaneyên demê lê dixuyan, dîwarên wê qelişî ne û reng guheriye, wê di dema xwendina xwe ya refa 1 û 2 ya amadehî de astên baş bi dest xistin û dest bi amadekariya pêşkêşkirina bawernameya dibistana amadehî kir.

Di bin konê ku 11 ferd ji malbatê Edle hene de, hêmanên jiyanê yên herî besît tune ne ku germa û serma naparêze Edle serketineke mezin bi dest xist. Edle li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1097 ji eslî 1100 pile wergirt û bi wê re bû ya yekem.

Li ser vê encamê, Edle ji ajansa me re axivî û got wê li hember tevahî astengiyên ku îsrara wê ya temamkirina xwendinê zêde kir, sekinî û hêviya xwe ku bibe bijîşk da ku alîkariya niştecihên kampê û xizanan bike, pêk bîne.

Edle hêvî kir ku ev encam li bajarê xwe yê Serêkaniyê wergirt, wê demê kêfxweşiya xwe mezintirîn bû.

Edle spasî malbata xwe kir ku moral da wê û rewşên guncaw ên xwendinê tevî zehmetiya jiyana di hundirê konê de ava kir.

(fr)

ANHA