Faris Şemo: Derketina Rêber Abdullah Ocalan doza Kurd vejand

Faris Şemo destnîşan kir ku derketina Rêber Abdullah Ocalan doza Kurd vejand û ji bo gelê herêmê bû rêyek da ku mafên xwe bi dest bixe. Şemo destnîşan kir ku Şengal bi saya perspektîfên Rêber Ocalan xwe bi rêxistin kiriye.

Faris Şemo: Derketina Rêber Abdullah Ocalan doza Kurd vejand
7 tîrmeh, 2024   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi rêya "cezayên dîsîplînê" girantir dike. Li herêmê û gelek deverên cîahnê jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî rojane têkoşîn heye.

Ji rûspiyên civaka êzidî Faris Şemo diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikreke rizgariyê ye û ne tenê banga azadiya Kurdan dike, banga azadiya pêkhate û gelên li Rojhilata Navîn dike.

Şemo di salên 1980`yî de tevgera rizgariyê nas kiriye. Têkildarî wê demê got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji yên partiyên din cuda ne. Şoreşa wî ji bo doza gelên bindest e. Ji ber wê, me ji ramanên wî yên azad bawer kir da ku mafên xwe biparêzin."

`DERKETINA RÊBER OCALAN MÎNA MEZINBÛNA RIWEKEKÊ DI NAVA ZINARAN DE BÛ`

Şemo wiha domand: "Derketina Rêber Abdullah Ocalan, di demekê de ku zilm û sitemkarî li gelê Kurd û gelên bindest dihat kirin, mîna şînbûna riwekekê ji nava zinaran e ku şax dide û bi xwe re biharê tîne."

Şemo destnîşan kir ku civaka êzidî di dîroka xwe de rûbirûyî 74 fermanan maye, herî dawî êrişa DAIŞ`ê ya sala 2014`an a li dijî Şengalê bû. Şemo wiha pê de çû: "Her kes dizane 2014`an çi bûye. Bi saya kesên bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bawer in, êzidî ji tînan nemirin. YPG û YPJ û gerîla korîdoreke mirovahiyê ji êzidiyan re vekir û derbasî Rojava bûn."  

‘ŞENGALÊ BI SAYA PERSPEKTÎFÊN OCALAN XWE BI RÊXISTIN KIR’

Şemo ev li gotinên xwe zêde kir: "Civaka êzidî ya li Şengalê li gorî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir, hêzên xwe yên ewlehiyê û leşkerî ava kirin."

Der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de Şemo got: "Dewleta Tirk bi tecrîdê, fikra rizgariyê ya Rêber Abdullah Ocalan hedef digire. Li gel zehmetiyan jî, Rêber Abdullah Ocalan rêya xelasiya gelan ji zilmê, ronî dike. Em li ser şopa wî ber bi azadiyê ve dimeşin."

`NABE KESEKÎ MÎNA WÎ DÛRÎ GEL BIMÎNE`

Şemo destnîşan kir ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn baş dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji piraniya dozên li Rojhilata Navîn re pêşkêş kiriye û diyaloga bi wî re dibe ku gelek aloziyan bi dawî bike, lê ew çareseriyê naxwazin, ew dixwazin bêaramî li Rojhilata Navîn dewam bike, da ku berjewendiyên xwe bi dest bixin.

Di dawiyê de Faris Şemo got: "Em dev ji fikrên wî bernadin. Fikrên wî dozên me çareser dike. Em ê her tim daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin. Ji ber ku kesekî mîna wî nabe dûrî gel bimîne."

(şx)

ANHA