Hediye Yûsif: Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Hediye Yûsif diyar kir ku tişta yekane ku dê Tirkiyeyê ji bandorên neyînî biparêze, avakirina pêvajoyeke nû ya aştiyê bi Kurdan re ye. Hediye Yûsif got azadî û demokratîkkirina Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye.

 Hediye Yûsif: Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye
15 mijdar, 2025   05:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de ji girtîgeha Îmraliyê Banga Aştî û Civaka Demokratîk kiribû. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di çarçoveya bersivdayîna bangê de bi merasîmekê çekên xwe şewitandin û gerîla ji sînorê Tirkiyeyê vekişandin.

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Hediye Yûsif der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Hediye Yûsif diyar kir ku bi vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê re pêvajoyeke nû ya proseya avakirina civaka demokratîk dest pê kir.

Hediye Yûsif got armanca gavên gerîlayan di çarçoveya banga Rêber Abdullah Ocalan de avêtine, avakirina baweriyê di navbera Kurd û Tirkan de ye, di heman demê de vekirina rê li pêşiya Tirkiyeyê ye da ku gavan biavêje.

Hediye Yûsif destnîşan kir ku sedema vekişîna gerîlayan ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hincetên Tirkiyeyê ne û got: "Tirkiye hebûna gerîlayan li herêmê wek astengî li pêşiya avêtina gavan ber bi pêvajoya aştiyê û ketina pêvajoya duyemîn de wek hincet nîşan dide. Gerîlayan bi vê gavê hincet ji holê rakirin ku gengaz bû di şerên nû de bihata bikaranîn.”

Hediye Yûsif bi bîr xist ku gerîlayan di pêvajoyên berê yên aştiyê de 3 caran ji Bakurê Kurdistanê vekişiyan û da zanîn ku cara yekemîn di sala 1999’an de bû, cara duyemîn di sala 2013’an de bû û cara dawîn a sêyemîn îsal bû.

Li gorî Hediyeyê, vekişîna gerîla dê li pêşiya qonaxa duyemîn a pêvajoya aştiyê veke û anî ziman ku ew piştgiriyê didin vê gavê.

Hediye Yûsif destnîşan kir ku gelê Kurd bawerî û hêza moralê ji gerîla werdigire û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê Kurd bi hesasiyeteke mezin li gavên PKK’ê yên xwefesixkirinê û bidawîanîna şer avêtiye, dinêre. Ger ev gav rê li ber qonaxa duyemîn a çareseriyê vekin, wê demê em piştgiriyê didin vê gavê û erê dikin. Ji ber vê yekê, divê Tirkiye li hember gavên ku gerîla avêtine gavan biavêje."

Hediyeyê da zanîn ku komîsyona ku di parlamentoya Tirkiyeyê de hate avakirin gelek caran civiya û niha di qonaxa dawîn a xebatên xwe de ye û raporan amade dike û got divê komîsyon bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û gavên ku ji bo aştiyê hatine avêtin û yên ku divê werin avêtin nîqaş bike.

Hediye Yûsif bi bîr xist ku rojnamevan, dîplomat û xelatgirên Nobelê jî di nav de, gelek alî dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û li ser pêvajoyê pê re nîqaş bikin, lê dewleta Tirk hîna gavên berbiçav neavêtine da ku tecrîdkirina wî rake û mafê wê yê hêviyê pêk bîne ku bikare xwe bigihîne raya giştî û civaka kurdistanî.

Hediye Yûsif destnîşan kir ku dudiliya Tirkiyeyê ya der barê pêvajoya aştiyê de û neavêtina gavên berbiçav ên pêwîst dibe nîşan bide ku ew hîn jî di pêvajoya nîqaşê de ye û hîn negihaştiye biryarekê, yan jî ew li ser awayê bidawîkirina tevgera Kurd difikire û got: "Ev mijar ji destê wê derketiye, ji ber ku doza Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd bûye mijareke cîhanî."

Hediyeyê got: "Rêber Abdullah Ocalan dibêje piştî rakirina înkarê, gefa qirkirinê berdewam dike. Ji ber vê yekê hewl dide balê bikişîne ser qonaxa heyî ya ku ji aliyê PKK’ê ve ji bo avakirina nêzîkbûn, çareserî û baweriyê hatiye destpêkirin. Eger ev pêvajo bi ser nekeve bê guman dê rê li ber şerekî veke ku encamên wê nepêşbînîkirî bin."

Hediye Yûsif di dewama axaftina xwe de îşaret bi gavên ku divê Tirkiye biavêje kir û got divê dewleta Tirk mafê hêviyê bide Rêber Abdullah Ocalan, dawî li tecrîdê bîne, girtiyên siyasî yên Kurd ku hejmara wan bi hezaran e, serbest berde, divê komîsyona ji aliyê parlamentoyê ve hatiya avakirin, serdana Rêber Abdullah Ocalan bike, divê destûra Tirkiyeyê were girtin û nîqaş bi civaka kurdistanî re bê kirin.

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê da zanîn ku vekişîna gerîla ji sînorê Tirkiyeyê ber bi Başûrê Kurdistanê ve, cidiyeta Tevgera Azadiya Kurdistanê, têkiliyên xurt ên di navbera Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayan de nîşan dide.

Hediye Yûsif îşaret pê kir ku gavên ku gerîla avêtine, piştî bi dehan salên şer ne hêsan bû û got divê Tirkiye van gavan wek firsendeke girîng a dayîna biryarên aktîf û rasteqîn ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn bibîne.

Hediye Yûsif diyar kir ku gavên gerîlayan avêtine, asta giraniya wê, rêzdariya wê li hemberî nirxên û destkeftiyên bi dest xistine, helwesta wan a bidawkirina şer û demokratîkkirina Tirkiyeyê piştrast dikin. Hediyeyê got, divê Tirkiye qanûneke taybet ji bo gerîlayên derbixe ku mafê pêkanîna jiyana siyasî bi serbestê mîsoger bike û rê li ber wan veke ku rola xwe di demokratîkkirina Tirkiyeyê de bilîze.

Hediye Yûsif anî ziman ku piştî gavên dîrokî yên PKK’ê êdî rayedarên Tirk wekî Bahcel ketine wê qenatê ku divê Tirkiye jî gavan biavêje û wiha dom da axaftina xwe "Eer Tirkiye biryar an gavên pêkanîna aştiyê di navbera Kurd û Tirkan de navêje, dibêe derî li pêşiya şerekî veke ku bandora wê hundirê Tirkiye Tirkiye derbas bike û Rojava, Rojhilat, Bakur û gelemperiya herêmê bide ber xwe. Tirkiye jî şer tercîh nake, ji ber ku wê ev pêvajo bi aqilî nirxand û dizane ku ji ber ku şer ne di berjewendiya wê de ye, nemaze ligel guhertin û veghertinên ku li Rojhilata Navîn çêdibin û jinûve sazkirina nexşeya herêmê dê bandoreke rasterast li Tirkiye bike."

Li gorî Hediye Yûsif, tiştê ku dê Tirkiyeyê ji bandorên neyînî yên guhertinên ku di vê qonaxê de li herêmê diqewimin biparêze, avakirina qonaxek nû ya aştiyê bi Kurdan re ye û got: "Pêşveçûna demokrasiyê li Tirkiyeyê dê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bike.  Eger ev yek çênebe, çarenûsa wê dê mîna ya Iraq, Sûriye, Îran û gelek welatên din ên Rojhilata Navîn be."

Endama Hevserokatiyê ya PYD’ê di dawiya axaftina xwe de got azadî û demokkratîkirina Tirkiyeyê di siberojê de bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye.

(bb)

ANHA