‘Azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê şert e’

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertê pêkanîna aştiyê ye.

‘Azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê şert e’
15 mijdar, 2025   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girkê Legê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku azadiya wî ya fîzîkî şertê pêkanîna aştiyê ye.

Silêman Xelef got berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 25 salan neheqiyeke mezin e û got: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêwîstiyeke mirovî û siyasî ye, ji ber ku ji bo gelên ku ji ber şer şer û parçebûnê westiyayî bûne, hêviyeke mezin e."

Xelef di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê Tirkiye gavên cidî ber bi pêvajoya aştiyê bide û mafê jiyanek azad bide Rêber Abdullah Ocalan. Xelef destnîşan kir ku rakirina tecrîdê dê bihêle ku Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe ya aştiyane û hewldanên avakirina siberojeke adilane û wekheviya di navbera gelan de bidomîne.

Sekîne Ebû Zeyd îşaret pêk kir ku berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û da zanîn ku azadiya wî ya fîzîkî bûye pêwîstiyek. Sekîneyê got, Rêber Abdullah Ocalan yekane kes e dikare pêvajoya aştiyê ya rasteqîn bi rê ve bibe û dawî li êşên gelên herêmê bîne.

Mihemed Îsmaîl da zanîn ku tecrîd îradeya Rêber Abdullah Ocalan lawaz nekir, lê israra wî ya li ser aştî û demokrasiyê zêdetir kir. Îsmaîl îşaret pê kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza tevahî gelan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Azadiya wî ya fîzîkî gava bingehîn a ber bi serkeftina her pêvajoyek aştiyê ya rastîn û bidestxistina jiyana hevbeş di navbera hemu pêkhateyên li Rojhilata Navîn de ye."

(bb)

ANHA