Di saziyên xizmetguzarî û şaredariyan de rola jinan 

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyên şaredariyê bi rêve dibin û bi awayekî çalak di navendên dayîna biryaran de cih digirin.

Di saziyên xizmetguzarî û şaredariyan de rola jinan 
15 mijdar, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Di salên dawîn de guhartinên civakî û siyasî yên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin. Guhartinek jî pêşketina rola jinan di şaredariyan û qada xizmetguzariyê de bû. 

Tecrubeya şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê dest pê kir. Şaredariya yekemîn bi navê "Şaredariya Gel" di 10'ê Kanûna 2012'an de li Qamişloyê hat avakirin û bû destpêka qonaxa nû ya rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetan.

Di 2015'an de qanûna şaredariyan bi fermî hat derxistin, li gorî wê sîstema hevserokatiyê di hemû şaredariyan de hat meşandin û ev jî bû qonaxeke bingehîn a beşdarkirina jinan di saziyên biryardayînê de.

Girêdayî wê, berdevka Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatme Îbrahîm ji ajansa me re li ser tecrubeya ji 2015 heta 2025'an û guhartinên piştî Konferansa 1'yemîn a Jinên Şaredariyan di 2016'an de, axivî.

JI DESTPÊKA RÊXISTINÎ HETA SÎSTEMEKE TAYBET A JINAN

Fatme Îbrahîm wiha axivî: "Jinan di destpêkê de bi komîteyên xizmetguzariyê yên komînan dest pê kir. Piştre ew derbasî hemû beşên şaredariyan bûn û gihîştin asta rêveberiyê. Ev gava pêşîn a şikandina sînorên kevneperestiyê bû û jinan şiyanên xwe yên xurt tê de îsbat kirin."

Fatme Îbrahîm got  Konferansa 1'yemîn a Jinên Şaredariyan di 2016'an de guhartineke mezin di jiyana jinan de pêk anî, ji ber ku tê de bingeha sîstemeke taybet a jinan di saziyên şaredariyan de hat danîn ku piştre jin bikarin bi berfirehî di rêveberî û biryardayînê de beşdar bibin.

Fatme Îbrahîm got: "Ji hingê ve karê jinan di şaredariyan de heta asteke mezin pêş ket û êdî di hemû komîteyên xizmetguzarî û rêveberî de heta bi cihên rêveberiyê, cih digirin."

Di 2025'an de Konferansa 2'yemîn a Xebata Jinan li bajarê Hesekê li dar ket. Di encama konferansê de rêziknameya Meclisa Jinan a şaredariyan hat erêkirin û ev jî gaveke rêxistinî ya ji bo yekkirina xebata jinan li hemû kantonan bû.

KARÊ JINAN DI RÊZIKNAMEYA ŞAREDARIYAN DE

Karê jinan di nav rêziknameya nû ya Meclisa Yekitiya Şaredariyan de tê rêvebirin. Nivîsgehên jinan li gorî hejmara jinên karmend ên şaredariyan, di bajarên mezin de tên vekirin. Rola nivîsgehan birêxistinkirina xwecih, perwerdekirin û şopandina projeyên jinan e.

Meclisa Jinan jî li bajarok û gundewaran tê vekirin û ji serokatî, cîgir û berdevk pêk tê. Rola wan jî şopandina xebatên rêxistinî û perwerdeyî û şopandina projeyên jinan e.

Li gorî vê sîstemê nivîsgeh û meclis hevdu temam dikin da ku jin bikarin di hemû astên rêveberiya şaredariyan de beşdar bin, çi li bajarên mezin çi li gundan.

Piştî erêkirina rêziknameya Meclisa Jinan, ew êdî bû sîstema yekbûyî ya hemû kantonan.

ARMANC Û ERKÊN MECLISÊ

Meclis bi gelek armanc û erkan rabûye, ji wan xurtkirina hevkariya jinan di şaredariyan de bi rêya lidarxistina civînên rêxistinî, vekirina projeyên jinan û destekdayîna însiyatîfên beşdarkirina jinan di civakê de.

Her wiha ji armancan, lidarxistina perwerdeyan ji bo xurtkirina jinan di rêvebirina civakî de, beşdariya di hemû çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û xurtkirina rola wan di civakê de û xurtkirina têkiliyên bi komînan re ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

XEBATÊN 2025'AN

Meclisa Jinan di îsal de gelek proje pêk anîn, ji wan firne, kargehên dirûnê, komeleyên niştecihbûnê ji bo jinan, vekirina dikanên şîranî û şitilgehan.

Fatme Îbrahîm wiha domand: "Ev proje jinan di aliyê civakî û aborî de xurt dikin, derfetên kar ji wan re vedikin û piştgiriya derûnî, civakî û pîşeyî didin wan."

Di dawiya axaftina xwe de Fatme Îbrahîm got ev proje ne demkî ne lê belê beşek ji plansaziya demdirêj a çalakkirina jinan di hemû qadên jiyanê de ne.

(mh)

ANHA