‘QSD projeyeke nîştimanî ye ku hemû pêkhate cihê xwe tê de digirin`

Cemal Ilêwî bang li pêkhateyên gelê Sûriyeyê kir ku li hember hewldanên parçekirinê û derxisitna fitneyê hevgirtî bin. Ilêwî di heman demê de got QSD projeyeke nîştimanî ye ku hemû pêkhate cihê xwe tê de ji bo parastina welêt digirin.

‘QSD projeyeke nîştimanî ye ku hemû pêkhate cihê xwe tê de digirin`
24 kanûn, 2024   05:10
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Şamê, dewleta Tirk a dagirker hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxe. Lê gelê herêmê bi hevgirtina xwe li hember van hewldanan li ber xwe dide û teqezî bi yekitiya nîştimanî û redkirina parçekirinê dike.

METIRSIYÊN PARÇEBÛNÊ Û PLANÊN DEWLETA TIRK

Cemal Ilêwî ji bajarê Dêrazorê ye û li bajarê Dirbêsiyê dimîne. Têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got Sûriye di pêvajoyeke demkî ya dijwar re derbas dibe ku destwerdanên dewleta Tirk zêde bûne.

Ilêwî wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze fitneyê belav bike û ji bo wê şerekî çapemeniyê daye destpêkirin. Tirkiye dixwaze xîlafeta osmanî vejîne ku gelê Sûriyeyê sedan salan êş û zehmetiyên wê kişandiye."

Cemal Ilêwî bi xwe bavê şehîd Hozan Can û gerîla Mezlûm e di axaftina xwe de got pêkhateyên Sûriyeyê di dîrokê de hevgirtina xwe li hember dagirkeriya osmanî û fransî û çeteyên DAIŞ`ê îsbat kir û bi saya yekitiyê û xwedîderketina li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi ser ketin.

‘QSD PROJEYEKE NÎŞTIMANÎ Û SIYASÎ YA GIŞTÎ YE’

Ilêwî wiha domand: "QSD`ê ne tenê hêzeke leşkerî ye lê projeyeke nîştimanî û siyasî ya giştî ye. Hêviyên gelê Sûriyeyê temîsl dike. QSD`ê pêkhateyên herêmê tev da di bin sîwana biratiya gelan de kom kir. Ji bo siberoja Sûriyeyê çareseriya herî guncew e. Ev proje, banga yekitiya pêkhateyan, rêzê ji maf û çandên wan re digire. Ji bo aloziyên li Rojhilata Navîn çareseriya demokratîk a nû ye."

Ilêwî diyar kir ku neteweya demokratîk û rêzgirtina pirengiya çandî û olî ya gelan, bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e, bingeha aştiyeke domdar li Rojhilata Navîn e, projeya konfederaliyên rojhilatî nêrîneke neteweyî rave dike ku têkiliyên di navbera gelan de xurttir bike.

‘LI HEMBER HEWLDANÊN FITNEYÊ BERXWEDAN PÊWÎST E’

Ilêwî destnîşan kir ku delweta Tirk ji bo ku fitneyê di navbera pêkhateyan der derxe rêbazên derexlaqî bi rêya çeteyên xwe bi kar tine û hewl dide aramiya li herêmê têk bibe û demografiya wê li gorî berjewendiyên xwe bi guhere.

Li hember van hewldanan Ilêwî bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku yek bin û got: "Ji ber ku em bira û cîran in, divê îro em li hember şerê taybet ê li dijî tevna me ya civakî li ber xwe bidin."

BANGA HEVGIRTINÊ

Ilêwî bang li pêkhateyan kir ku hevgirtî bin û xwedî li QSD`ê derkevin û wiha domand: "Divê em bi fitneyê nayên xapandin. Divê li gorî şerê gel ê şoreşgerî bijîn ku bingeha serkeftinê ye. Ji bo parastina welêt me bi hezaran şehîd da. Em bostekê ji axa xwe bernadin. Berxwedan bijarteya me ye û heya serkeftinê em gav paş de navêjin."

Ilêwî got projeya QSD`ê û biratiya gelan bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng e ku rêzê li mafên pêkhateyan digire.

(şx/k)

ANHA