Mamosteyeke Belûc hat qetilkirin

Mamosteya Belûc Husêniye Kolkolî ji ber gulebarana ajanên sivîl jiyana xwe ji dest da.

Mamosteyeke Belûc hat qetilkirin
26 hezîran, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Husêniye Kolkolî ku li Îranê ji ber gulebarana ajanên nenas ên bi cilên sivîl bi giranî birîndar bûbû, piştî şeş rojan di komayê de jiyana xwe ji dest da.

Di bûyera ku di 19’ê Hezîrana 2025an de li bajarê Îranşehr ê li parêzgeha Sîstan-Belûçistan a Îranê qewimî de, mamosteya Belûc ya 41 salî Hossniye Kolkolî ji aliyê ajanên cilên sivîl ve hate gulebarankirin û hate qetilkirin,

Li gorî INCRI, Husêniye Kolkolî li Dibistana Seretayî ya Hezretî Silêman li gundê Surap ê Îranşarê wek mamoste dixebitî. Husêniye Kolkolî bi salan bi fedakarî xebitî da ku zarokên Belûç ên xwedî pêdiviyên taybet ên herêmê perwerde bike.

Li gorî şahidên bûyerê, ajanên cilên sivîl piştî destpêkirina gulebaranê yekser ji cihê bûyerê reviyan. Piştî ku Husêniye Kolkolî rakirin nexweşxaneyê, ne hêzên ewlehiyê û ne jî rayedarên dadwerî û ne jî yên hikûmetê berpirsiyariya bûyerê negirtin ser xwe. Tevî hemû destwerdanên bijîşkan, Husêniye Kolkolî ji ber zirara organên navxweyî, windakirina gurçik û spilê û xwînrijandina navxweyî mir.